Times: 'Piştî Kêmdîtina Amerîkayê, Erdogan amade ye êrîşî Kurdan bike'

Times: 'Piştî Kêmdîtina Amerîkayê, Erdogan amade ye êrîşî Kurdan bike'

Rojnameya Brîtanî Times, bi nivîsareke bi navê 'Piştî Kêmdîtina Amerîkayê, Erdogan Amede ye Êrîşî Kurdan Bike' nivîsî. Di nivîsara Richard Spencerî de serdana Boltonî ya bo Tirkiyê hat nirxandin.

A+A-

Rojnameya Brîtanî Times, di nivîsara ku ji aliyê Richard Spencerî ve hate nivîsîn de, serdana Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê Amerîkayê John Boltonî bo Tirkiyê hat nirxandin.

Di nirxandina Timesê de tê gotin, redkirina hevdîtina ligel Bolton ji aliyê Erdogan ve û daxwaza radestkirina baregehên Amerîkayê bo Tirkiyê, ji aliyê Amerîkayê ve wekî piçûkxistin hat nirxandin.

Nivîsarê bale kişand axaftina Erdoganî ya li Meclîsê ku daxuyaniyên Boltonî red kir û aciziya xwe nîşan dabû û gotibû xeleteke mezin kir û li ser vê aciziyê jî bi hinceta ku pir meşgul e, neçû hevdîtina mêvanê Amerîkî.

Spencer di nivîsa xwe de dibêje, daxuyaniyên Bolton ên di derbarê parastina Kurdan de yên beriya serdanê, Erdogan hêrs kiriye û di berdewamê de dide zanîn, Erdogan amade ye li Rojava êrîşekî li dijî çeperên YPGê bide destpêkirin.

Di nivîsarê de herwiha twîtta Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettin Altunî tê bibîrxistin ku piştî serdana Boltonî nivîsî: "Hêvî ev e ku ewî di serdana xwe ya Tirkiyê de mêvanperweriya Tirkiyê tam kiriye"

Li ser vê tiwitta Altunî rojnameya Timesê dibêje: "Va kêmdîtineke din a li dijî Boltonî"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin