Tifaqa Welatperwer û Demokrat çû serdana Odeya Şêwirkarên Darayê

Tifaqa Welatperwer û Demokrat çû serdana Odeya Şêwirkarên Darayê

Bi çerçoveya xebatên hilbijartinê, Namzetên serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat çûn serdana Odeya Şêwirkarên Darayê û digel serokê wê Mistefa Vuralî civiyan.

A+A-

Şandeke Tifaqa Welatperwer û Demokrat îro 1ê Adarê, bi çerçoveya xebatên hilbijartinên herêmî serdana Odeya Şêwirkarên Darayê kir.

Digel Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş û yê Rezanê Hîdayet Fîdanî û yê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner, Cîgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Nûrûllah Tîmûr jî di nav şandeyê de bû.

Namzetê Serbixwe yê Amedê Saît Aydogmuş, got em bi durişma 'ne qeyyûm ne qendek, em ê bajarê xwe bixwe birêve bibin', ketin rê ku çi zordestîya dewletê çi sîyaseta HDPê ya bê kurd, me rêyeke nû vekir û gaveke wêrek avêtin, em bi ser nekevin jî bi vê helwesta xwe em sîyaseta kurdî bikin pirjimar.

Piştre Serokê Odeya Şêwirkarên Darayê Mistefa Vural serkeftinê ji namzetên serbixwe re xwest û got em jî qebûl nakin li şûna ên hilbijartî, ên bicîhkirî bajêr birêve dibin. Bajar bajarê me ye. Jê girîngtir jî ev e ku gelo îradeya gelî baş tê bikaranîn an na. Ne rast e ku Kurd weke yekrengî were pênasekirin. Em saziyên sivîl, digel ku li nîvê sîyasetê bin jî, alaya ti partîyan liba nakin lewre mafê te yê lidijîderketina şaşiyan û pişgiriya rastiyan dibe ku ji destê bidî.

Cîgirê Serokê PAKê Nûrûllah Tîmûr jî piştgirî da gotara Vuralî û got jixwe me xistiye nav danezana xwe hilbijartinê ku di hişmendiya şarezayiyê ya me de ya girîng ev e ku sazî û dezgehên sivîl jî tevlî pêvajoya biryargirtinê bikin.

Digel Mistefa Vuralî, Sekreter Nuzeynî Atabey û Endamê Lijneya Birêvebirinê Tahsîn Yaşar jî serkeftinê ji namzetên serbixwe re xwest.

ode2.jpgode3.jpgode4.jpgode5.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin