Termên 4 zarokan ji nav çêm hatin derxistin

Termên 4 zarokan ji nav çêm hatin derxistin

Termên wan zarokên ku duhî di çemê Daqûqê de xeniqîbûn, hatin dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Qaymeqamê bajarokê Daqûqê, Loys Xizir ij BasNewsê re got, îro danê sibê termên wan zarokên ku duhî di rûdaneka tirafîkê de ketibûn nav çemê Daqûqê û xeniqîbûn, hatin dîtin.

Qaymeqamê Daqûqê da zanîn, termên wan zarokan, ku du keç û du kur bûn û xûşk û bira bûn, ji aliyê tîmên şaredariya Daqûqê ve ji nav avê hatin derxistin.

Duhî otomobîlek li ser pira çemê Daqûqê ketibû nav avê û çar zarokên malbatekê tê de xeniqîbûn. Dê û bavê wan bi saxî hatibûn rizgarkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin