TEDx Nishtiman dest pêkir

TEDx Nishtiman dest pêkir

Li Hewlêrê Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman birêve diçe û di konferansê de 12 axaftvan bi mijarên cur bi cur behsa çîroka serkevtina xwe dikin.

A+A-

Li Hewlêrê Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman birêve diçe û di konferansê de 12 axaftvan bi mijarên cur bi cur behsa çîroka serkevtina xwe dikin.

 

Li Hewlêrê îro 24ê Tebaxa 2019am Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman li Hola Sead Ebdulla bi beşdariya 12 kesên serkevtî birêve dice.


 

Îro çaremîn Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman saet 10.30 bi beşdariya 12 axaftvan dest pê kir û ew bi mijarên cur bi cur behsa ezmûna xwe ya kar û rêya serkeftina xwe dikin.

Ednan Kerîm

Sala 1963ê li Kerkûkê ji dayîk bûye

Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye

Sala 1979ê dest bi stranbêjiyê kiriye

Di wan salan de gelek stran tomar kirine

Sala 1992ê çûye Swêdê

Albûma dawî bi navê “Şew Ba” belav kiriye

 

Barîkan Îsmaîl

Sala 1987ê li Soran ji dayîk bûye

Li Beşa Bazirganî û Rêvebirinê ya Zanîngeha Aalborg dersan dide

Wek şêwirmend û gotarbêj ligel rêxistinan kar dike

Ji 11 salî ve li Danîmarkayê dijî

Di sosyolojî, rêvebirin û bazirganî de bekaloryos bidest xistiye

Di rêxistin û stratejiyê de master wergirtiye

Di programa “Lead the Talent” de wek serkirdeya siberojê hatiye hilbijartin

 

Bêrîvan Hatem Seîd

Rahênera Taekwondo

Amadeyî qedandiye

Rahênera Taekwondo ya Tîma Niştimanî ya Iraqê bû

Di Taekwondoyê de kemera reş bidest xistiye

Wek rahênera laşciwaniyê kar kiriye

28 madalyayên yekemiyê wergirtine‎

 

Mihemed Jesus

Produser û Rojnamevan

Sala 1993ê li Mûsilê ji dayîk bûye

Ji ber nearamiyê koçberî Duhokê bûye

Di endazyarî de bekaloryos bidest xistiye

Di birêvebirina bazirganî de master wergirtiye

Sala 2015ê ligel grûpek rêxistinên medyayî “Yalla” damezrand

 

Sazan Emîn

Makeup Artist

Destpêşxera kar û çalakvanên torên civakî ye

Li Hewlêrê ji dayîk bûye

Li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê dijî

Balyoza herdu rêxistinên Green Kids û Lotus Flower e

 

Hêja Sindî

Mamostayê Zanîngehê

Sala 1969ê li Bexdayê ji dayîk bûye

Di rêvebirina bazirganî de doktora wergirtiye

Ji sala 1998ê ve wek akademîsyen kar dike

Endamê Fakulteya Bazirganî ya Zanîngeha Kurdistan e

Wek şêwirmend li Neteweyên Yekbûyî kar kiriye

Rêveberê berê yê Navenda Kar bû li Zanîngeha Duhokê

 

Suzan Ebdulhadî Newroz

Şaîr û Hunermend

Sala 1989ê ji dayîk bûye

Zêdeyî 5 pêşangeh û festival organize kirine

Kitêba “Xewn û Xozî” nivîsiye

 

Prof. Dr. Can Îlhan Kizilhan

Derûnnas

Pisporê ziman, kultur û dîroka welatên rojhilatê Asyayê ye

Rêveberê Peymangeha Zanistî Transcultural a Zanîngeha Baden-Württemberg a Almanyê ye

Rêveberê programa taybet bi jin û zarokên bin destê DAIŞê ye

Damezrênerê Beşa Çareseriya Derûnî û Saykolojiyê ye li Zanîngeha Duhokê

Dema 20 salan e çareseriya wan kesan dike ku traumatize wan heye

20 kitêbên wî yên belavkirî hene‎

Çendîn xelat wergirtine û ligel rêxistinên navdewletî kar dike

 

Manar Shubber Hais

Dîzaynera Cil û Berg

Di ziman û edebiyata Erebî de bekaloryos wergirtiye

Dîzaynera cil û berg û rêvebera maleke fashion e

Beşdarî Expo Milano ya Îtalyayê bûye

Beşdarî fuarên modeya tekstîlê yên li Tirkiyê bûye

 

Dr. Zana Ehmed

Pizîşkê Derûnî

Li Silêmaniyê ji dayîk bûye

Di pizîşkiya giştî de bekaloryos wergirtiye

Xwendekarê doktora ye di pizîşkiya derûnî de

Yek ji xwediyên Training akademî ye bo rawêjkarî û rahênanê

Damezrênerê zêdeyî 8 projeyên xêrxwazî û veberhênanê ye

Serokê Federasyona Navdewletî ya Xwendekarên Pizîşkî ye li Silêmaniyê

 

James Thornton

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê

Sala 1989ê peywendî ligel Wezareta Derve ya Brîtanyayê daniye

Çendîn erk li London û derveyî Brîtanyayê, wek Amerîkaya Latîn wergirtine

Wek Serokê Beşa Siyasî ya Balyozxaneya Brîtanyayê li Mexico City kar kiriye

Heta Tebaxa 2015ê Komîsyarê Bilind ê Brîtanyayê bû li Lusaka, Zambîa

Ji 2016ê heta 2019ê balyozê Brîtanyayê bû li Bolîvya

 

TEDx Nishtiman konferanseke cîhanî ye û salane li zêdetirî 160 welatan ji aliyê gencan vet ê rêkxistin.

 

z2.jpgz4.jpgz5.jpgz6.jpgz7.jpgz8.jpgz9.jpgz10.jpgz11.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin