Tawanbarên Komkujiya Cindirêsê hê jî nehatine cezakirin

Tawanbarên Komkujiya Cindirêsê hê jî nehatine cezakirin

.

A+A-

 Piştî derbasbûna 65 rojan di ser komkujiya Cindirêsê re ku 4 welatiyên Kurd tê de hatibûn şehîdkirin û destgîrkirina 5 tohmetbaran, kesûkarên her çar qurbaniyan gilî û gazinan ji bêencambûna doza dadweriyê dikin.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê êvara 20ê Adarê, bi sedema dadana agirê Newrozê 4 welatiyên Kurd yên ji malbatekê bi navên bi navên Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman (38) û Mihemed Ferhadîn Osman (18) ji aliyê çekdarên grûpa bi navê Ceyş el-Şerqiye ve hatibûn şehîdkirin.

Yasmîn Mistefa ku hevjîn û dayîka 2 qurbaniyan e ji Rûdawê re axivî û bi gilî û gazin daxwaza edaletê dike.

Yasmîn Mistefa got "Di du deqeyan de 4 mirov hatin kuştin lê di du mehan de kes nehatiye cezakirin. Heta niha kes nehatiye cezakirin. Vê alemê gişt bi zilmê razî dibe? Di vê alemê de qet kesî rind tine ku were heqê vana bide. Te dît du deqeyan de van mirovan kuştin, di du mehan de vê alemê gişt nikare ji vana hesab bipirse? Xêr e wateya xwe çi ye? Hewqas jî edalet li dinê nema? Ez ji ber kê ve deng bikim? Ez ji ber dayika wan çar şehîdan, dayika pîr ku hêsir ji çavan nakevin nexweş di nav ciyan de ye deng dikim, ez ji ber wê jina ku sibe dere ser tirbê ve deng dikim. Ez ji ber wî zarokê 3 salî ku sibe heta êvarê bang dike dibêje bavo bavo deng dikim."

Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi dadwer Hebûş Hikmet Late, Wezîrê Dadê yê hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê re kir û pirsa vê dosyayê kir.

Wezîrê Dadê ji Rûdawê re got, ev doz li pêş dadweriya serbazî ye û tohmetbar heta niha girtî û tên dadgehkirin.

Wezîrê Dadê yê hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê Hebûş Late got “Di derbarê tawana kuştinê de ku li Cindirêsê hatibû kirin, em zelal dikin ku ev doz li pêş dadweriya serbazî ye, û vê dawiyê biryar di derbarê wê de ji dadwerê lêkolînê yê serbazî derçûye ku 5 kesên ku gilî li ser wan e tohmetbar dike bi herdu cînayetên kuştina biqesd û bedarbûna di kuştina biqesd de. Herwiha gumanê dibe ser 5 kesên ku gilî li ser wan e bi herdu cunheyên veşartina tawanbarekî û hilgirtina çeka bê mohlet. Ev doz bi temamî niha li pêş dadgeha cinayetên serbazî ye, ji ber ku dadwerê veguhestinê li gor yasayê li ba dadweriya serbazî nîn e. Dadgehkirin jî aşkere ye û her kesek dikare li odeya dadgehê beşdar bibe û rêkarên dadgehkirinê bibîne û bibihîze. Herwiha ew kesên ku di destpêka vê dozê de hatibûn girtin û gilî li wan hatibû kirin hîn ji bo vê dozê girtî ne.”

Piştî komkujiya Cindirêsê, Tevgera Rizgarkirin û avakirinê destgîrkirina 3 tohmetbaran ragihandibû. Piştre destgîrkirina 2 kesên din jî hatuibû ragihandin û tawan ji aliyê dadgehê ve wekî tawaneke kuştina biqesd hatibû destnîşankirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin