Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Tavxane

A+A-

Xanim û Mîrze Lerebour, hemsalê hev bûn; lê zilam ciwantir dixuya, herçiqas ji wan herduyan yê belengaz û xeşîm ew bû jî. Li nêzîkê Mantesê di xaniyekî spehî de diman; bi firotina cawê ji pembû, wan ew xanî kirîbû.

Xanî, bi hewşeke mezin ku tê de koxikê mirîşkan, pavîlyonga çîniyan û tavxaneyeke piçûk di qoziyeke dûr de hebû; pêçayîbû. Mîrze Lerebour yekî bejinkurt û girover î sohbetxweş bû; ew xusûsiyeta wî ji dikandarî û halxweşiya wî dihat. Lê, jina wî zirav, serhişk û hertim cirnexweş bû; lê digel vê yekê jî nedikarî moralê mêrê xwe xirab bike. Wê porê xwe boyax dikir, herçiqas wê digot, ez ji edebiyata wisa nefret dikim jî, roman dixwendin ku serê wê pê tevlîhev dibû. Dihat gotin ku jinik dilkoçer e, lê ev gotin ji kiryarên wê eşkere û zelal nedibû. Yekcaran mêrê wê bi rûyeke xwedî tecrûbe digot: "Jina min mîna agir e!" ji lewre xelkê şik ji hin tiştine din, dikir.
Ev çend sal bûn ku wê hertim şerûdiya xwe li dijî mêrê xwe nîşan dida; hergav rûtirş mîna ku ji nihêniyekê an bedbextiyekê diêşe. Pê re jî cirnexweşiyek di nav jin û mêr de peyda bû. Ji bilî tiştên pêwist çu axaftin di navbera wan de nediqewimî; û jinikê ku navê wê Palmyre bû, hertim mêrê xwe, ku navê wî Gustave bû, bi kurtî bêî çu sebeban, bi pesnên neqenc, şibandinên dil şikestinê û xeberên hişk dida ber gotinan.

Wî pişta xwe xûz dikir, aciz dibû lê cardin kêfxweş, ji lewre wî çu qîmet ne dida peyivên wê. Lê wî meraq dikir, gelo sebeb çi ye ku hevala wî ya jiyanê her ku diçû bêtir cirnexweş dibû; wî dizanî ku bibê nebê sebebekî nediyar li paş vî tiştî heye. Lê, beyhûde hewl dida, tê dernedixist ka çi ye.
Wî gelek caran ji wê dipirsî:
- Hevala hêja, guh bide min, ji bo xwedê, ka bêje tu ji min çi dixwazî? Eşkere ye ku tu tiştekî ji min vedişêrî.
Xanimê hertim eynî bersîv dida:
- Qet, tiştek tune ye. Heke sebebek hebe jî, têderxistin karê te ye. Ez ji mêrên ku ji çu tiştî fêm nakin, pitpitokî ne, hez nakim; ewqas perîşan in ku divê hertiştî mirov ji wan re bêje û bi destê wan bigre û bigerîne.
Wî bi tirs û milmilandinê:
- Ez fam dikim ku tu naxwazî tiştekî diyar bikî.
Mêrê wê bi fikir û lêgerîna bersîvek bi sira wê radibû diçû.
Bi taybetî bi şev gelekî aciz dibû, ji ber ku hîn jî li kêleka hev li ser textekî razanê mîna malbatên baş û bê problem diniviyan. Wê bi zanebûn di wan saetan de tişt nema ku nedianî serê wî. Bi taybetî hertim dida rûyê wî ku qelew e, bi bez e:
- Tu wisa qelew bûyî ku nema tu di textê razanê de hiltê. Û ez hîs dikim ku tu çawa mîna goştê bi don yê biraştî xweydan didî. Ma tu difikirî ku kêfa min ji vê yekê re tê?
Wê, wext bêwext hertim ew ji nav nivînan radikir, dişand xwarê da ku rojnameyeke jibîrkirî an jî şûşeyek gulava kulîlkên porteqalan bîne; lê ji ber ku jinikê ev tişt veşartibûn, mêrê wê nedidît. Wê gavê jî ew bi ser wî de diqêriya:
- Divê tu zanibî ku li ku ye, hey bêmejî!
Piştî saetekê lêgerînê gava destvala vedigeriya, wê weha sipasî wî dikir:
- Here rakeve! Tu dê zeîf bibî heke tu piçekî li ser xwe bigerî, nuha canê te mîna sungerekê nerm bûye.
Wê, carina ew ji xewê şiyar dikir û digot, qolinc ketiye zikê min; û ji wî dixwest ku bi kevnikekî nerm di eau-de-Cologne dakirî bifirikîne. Weha nexweşdîtina wê, ew xemgîn dikir, wî hewl dida, da ku karibe çareyekê bibîne, ji lewre pêşniyar dikir ku here gazî xizmetkara malê, Célséte bike. Wê gavê jina wî gelekî aciz dibû, digot: "De ka binêre, ehmeq! Temam, temam! Ez nema diêşim. Rakeve, tu ji xwe re rakeve!"
Wî ji bêçaretiyê dipirsî: "Ma tu bi temamî ewle yî ku tu nema diêşî?"
Wê tavil dida rûyê wî: "Erê, bes bipeyîve, dengê xwe bibire! Bes min biêşîne! Tu bi kêrî tiştekî nayê, tu nikarî jinekê jî bifirikînî."
Ew jî gelekî aciz dibû: "Lê,... xanim..."
Xanim dîn dibû: "Lê çi... Bes e an na? Min rehet bihêle..."
Û berê xwe dida dîwêr.
Lê şevekê ewqas bi hîdet liviya ku Mîrze Lerebour ji tirsan veciniqî û bi lez û bez ku mirov jê nedipa, rabû rûnişt.
Zimanê wî li hev geriya: "Çi... çi ye?"
Wê bi piyê wî girtibû û wisa hişk ew diquruncand, dikira biqêriya. Di guhê wî de kir pistînî: "Min dengê tiştekî bihîst."
Mîrze Lerebour, yê ku ne xerîbê alarmên jina xwe bû, bêî ku ecêb bimîne ji jina xwe pirsî: "Deng... dengê çi, xanim?"
Ew diricifî, te digot qey ziravê wê qetiyaye, bi zahmetî bersîv da: "Deng... deng... dengê rêveçûnê, hin ketine hundir."
Ew matmayî ma: "Hin? Ma tu bawer î? Na, sedî sed tu xelet î. Ma tu dixwazî yê ketiye hundir bila kî be, hii?"
Jinik aciz bû: "Kî... kî? ... Diz, hey ehmeq?"
Mêrê wê cardin, hêdî hêdî, xwe li ser piştê vezeland: "Na, kes nîne, te xewn dîtiye."
Wê gavê, wê lihêf ji ser xwe avêt, rabû ser xwe, pir acizbûyî: "Çawa ku tu bêkêr î, tu wisa jî tirsonek î! Lê ez nafikirim li vir rûnim û ji ber tirsonekiya te hin werin min bikujin."
Çû, maşeya mezin hilda û li paş deriyê kilîtkirî û şûrikradayî mîna şervanekê sekinî.
Ji hewldana jina xwe cesaret girt; û piçek jî, ji şerman ew jî rabû. Wî jî carût hilda û çû li hember jina xwe sekinî.
Bîst deqîqe bêdeng wisa li wê derê man. Derûdor di bin bêdengiyê de bû, çu dengekî nuh nedihat. Wê gavê, jinikê çû xwe avêt ser textê razanê û got: "Ez sedî sed bawer im ku hin ketin malê."
Ji bo ku şer û xicireke nuh neqewime, roja dinê wî behsa bûyera şeva berê nekir.
Lê şeva piştî wê şevê, xanim Lerebour bi awayekî sert mêrê xwe hejand, ew ji xewê şiyar kir û bi helke-helkê weha got: "Gustave, Gustave, hinan deriyê hewşê vekir."
Ji tehemula xwe ecêb dima û bawer dikir ku jina wî, di xewê de dipeyîve; wî niyet kir ku wê bihejîne da ku ew bê ser hişê xwe, lê hema di wê gavê de jê re welê hat ku wî jî dengek ji jêr bihîst.

Rabû ser xwe, bi bayê bazdanê çû ber pencereyê, li hewşê şiklek spî mîna pîrebokekê ku bi lezûbez dimeşiya dît.
Hema bêje jihişxweçûyî wî got: "Rast e, hin ketine xênî." Hat ser hişê xwe, bi xwe bawer, mîna yekî ku destdirêjî li malê wî hatibe kirin, got: "Ev tişt ji were namîne!"
Rabû ser xwe, pengizî çû ber dolabê, ew vekir, şeşderba xwe hilda û ji derenceyê bi lez daket. Jina wî li dû wî, ku ecêbmayî û şaşbûyî diqêriya: "Gustave, Gustave, min bi tenê nehêle. Gustave! Gustave!"
Lê wî guh neda wê, gihaştibû ber deriyê hewşê. Wê gavê jinik, neçar bi şûn de vegeriya, çû jor, ket hundirê odeya razanê û derî ji paş ve asê kir.
Xanim pênc, deh, panzdeh deqîqeyan sekinî. Sawê ew girtibû, ecêb ditirsiya. Difikirî ku nuha mêrê wê kuştine, wî girtine, girê dane; fetisandine. Wê ji dil dixwest dengê wan şeş guleyan bibihîze, bizanibe ku ew şer dike, xwe diparêze. Lê bêdengiya hawirdor ya giran û bi saw, ew gêj dikir.
Gazî Céléste kir. Lê Céléste nehat, bersîv neda.Careke din gazî kir, dikir ji hiş biketa; û xanî di bin bêdengiyeke mezin de bû.

Wê eniya xwe ya ku ji germê dişewitî da ber cama pencereyê û xwest bi awirên xwe di nav tariyê re li derve mêze bike. Lê, ji bilî sîdana daran yên ku bêtir tarî dixuyan û xwe berdabûn ser şêverêyên li hewşê, tiştekî din, nedixuya.
Saet bû diwanzdeh û nîv. Ev sê çarîk bûn ku mêrê wê çû bû. Dê nema mêrê xwe bidîta! Na, wê dê sedî sed nema ew bidîta! Kelogirî, çokên wê fisiyan hatin xwar.
Du lêdanên nerm li derî, ew anî ser hişê xwe. Lerebour gazî wê dikir: "Palmyre, derî veke, ez im." Tavil ji cihê xwe pengizî, çû derî vekir; li pêş mêrê xwe li piyan rawestiyayî, destên wê di newqên wê de; û bi çavên tije rondik, bû qêrîna wê: "Tu li ku bû, hey deyûs? Ax! tu weha min bi tenê dihêlî ku ez ji tirsan bimirim! Ax! tu qet û qet li min nafikirî, meraq nakî; mîna ku ez tune bim..."
Wî derî girtibû, li piyan li wê derê her dikeniya... devê wî jihevçûyî, bi zikê xwe digirt û çavên wî tije hêsir, mîna dînan dikeniya.
Xanimê, mit û matbûyî deng ji xwe birî.
Wî bi milmilandinê: "Ew ... Ew ... Céléste bû ku li tavxaneyê bi yekî re bû. ... Heke te zaniba min... min ... çi dîtiye ..."
Xanim rûspîçolkî, ji hêrsan tijebûyî, wextî bifetisiya: "Çi? ... tu dibêjî? ... Céléste? ... li mala min? li... li ... li mala ... li tavxaneya min. Û, şeşderb bi te re bû, te ew şirîksûcdarê wê nekuşt ... li mala min, li cem min ..."
Xanim nema karibû tiştekî bêje, rûnişt.
Wî çend lotik avêtin û pê re jî bi fistiqandina tiliyên xwe û lîlandinê her dubare dikir: ”Heke te zaniba ... heke te zaniba ...”
Ji nişkê ve, wî ew ramûsa.
Jinikê xwe ji destê wî xilas kir. Bi dengekî ji nav hêrsbûnê derketî, got: ”Ez naxwazim ew keçik rojekê tenê jî li vir bimîne, deng tê te? Ne rojek jî ... saetek jî. Gava ew bê, em bi carekê ve rê nîşanê wê bidin ..."
Mîrze Lerebour ji navê bi jina xwe girtibû û bê hejmar maç li gerdena wê dibarandin, maçên germ, mîna salên berê. Xanim mîna yeke dest û piyên wê lihevgeriyayî bêdeng ma, mit û mat mayî. Jinik di hembêzê de, wî ew hêdî hêdî ber bi textê razanê dibir.
Saet di neh û nîvan de, danê sibeyê, Céléste ecêb mabû, ji ber ku Mîrze û Xanim çu car ewqas dereng ne diman; normal serê sibeyan zû radibûn. Çû qata jor û bi dîqet li deriyê wan da.
Ew li kêleka hev veketîbûn û bi şêweyeke kêfxweş û bextewar dipeyîvîn. Ecêbmayî, li ber derî got: "Xanim, min qehweya we aniye."
Bi dengekî nerm mîna şîfon, xanimê ferman da: "Keça min, bîne vir. Em piçekî westiyayî ne; ji ber ku em îşev baş ranezane."
Çawa keçik ji odeyê derket, pirqînî bi Mîrze Lerebour ket, jina xwe dixdixand û tekrar dikir: "Heke te zaniba! O! heke te tenê zaniba!" Jinikê bi destê wî girt: "Sakin be, cano ... Ewqas kenîn dibe ku ji bo te na baş be."
Û xanimê bi dîqet çavên wî ramûsan.
Xanim Lerebour êdî ne rûtirş û cirnexweş e. Di şevên sayî de, xanim û mîrze, li rex darên li hewşê bi gavên dizîkariyê dimeşin heya ku digehîjin tavxaneyê ku li qoziya hewşê herî dawî ye. Li wê derê li kêleka hev li ber camekanê; û mîna ku li tiştekî pir balkêş û kesnedîtî mêze bikin, çok didin erdê.
Meaşê Céléste zêde kirine.
Mîrze Lerebour zeîf bûye.

G. Maupassant

Werger: Serdar Roşan

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin