Tanriverdî: Belarûs jî dixwaze weke Tirkiyê koçberan ji bo xwe bikar bîne

Tanriverdî: Belarûs jî dixwaze weke Tirkiyê koçberan ji bo xwe bikar bîne

.

A+A-

 Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê Mehmet Tanriverdi ragihand ku Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko ji ber ku peywendiyên welatî ligel welatên Ewropayê têk çûye, weke Serokomarê Tirkiyê dixwazê mijara penaberên bo berjewendiyên xwe li hemberî Yekîtiyta Ewropayê wek kertekê bikar bîne.

Nêzîkî 10 hezar kes li sînorê Belarusya û Polonya asê mane, piraniya wan koçberên Sûrî, Iraq û Efganistanê ne. Belarusya çavên xwe ji wan re digire, lê Polonya rê nade.

Koçber li ser sînorê wan her du welatan perîşan bûne. Ewropa bêxem e.

Komseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî bêdeng e, li hemberî vê bêxemiya Ewropa, Rêxistina Civaka Kurd li Almanya ku mezintirîn saziya Kurdan li wî welatî daxuyaniyek belav kir û ew weke katestrofekê bi nav kir.

Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê (Kurdische Gemeinde) Mehmet Tanriverdî beşdarî bultena Rûdawê bû û siyaseta Ewropa ya koçberan rexne kir û ji Yekîtiya Ewropa xwest zextê li Polonya bike ji bo ku alîkariyên pêwîst ji Koçberan re pêşkêş bike.

Derbarê koçberan de Mehmet Tanriverdî got: “Li gor zanyariyên gihîştine me di van rojên dawiyê de koçberên ku gihîştine sînorên Polanyayê, rewşa wan gelek xirab e. Weke we jî diyar kir heta niha 7 kesan canê xwe ji dest dane û herwiha jiyana gelek koçberan jêr metirsiyê ye. Polanyayê sînorê xwe bi qasî 400 kîlometreyan bi temamî girtiye û ji bo vê yekê derdora nîv milyar euro xerc kiriye û bi hezaran leşker birine bo ser sînor û rê nade ti kes derbas bibe. Şev sermaya hewayê dikeve bin sifrê û jin, zarok û mêr bi hev re hatine û ew li wê derê gelek perîşan bûne. Di nav wan de gelek Kurd hene. Dibêjin tenê derdora 500 Kurdên Êzidî hene.”

Tanriverdî da zanîn ku Polanya rê li ber gihandina alîkariyên mirovî bo koçberan digire û wiha pê de çû: “Serokomarê Belarûsê Alexander Lukashenko ji ber ku peywendiyên welatî ligel welatên Ewropayê têk çûye û dorpêç li ser welatî wî heye, ew jî weke Serokomarê Tirkiyê dixwazê mijara penaberên ji bo berjewendiyên xwe li hemberî Yekîtiya Ewropayê wek kertekê bikar bîne. Lukashenko dixwaze Yekîtiya Ewropayê peywendiyê ligel wî bike û pere bidin wan. Erdogan jî wisa dike. Weke tê zanîn ji Behra Egeyê kes neçin Yûnanê, Yekîtiya Ewropayê 6 milyar euro dane Tirkiyê û soza s milyaran jî daye. Belarûs ji ber ku dewleteke îzole bûye, Alexander Lukashenko jî dixwaze tişteke bi vî rengî bike.”

Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê eşkere kir ku hemû welat ji wê rewşê agahdarin û got: “Tişta niha pêwîst ew e ku xeteke ya alîkariyê were vekirin. Koçber ji ber ku di navbera sînoran de mane ew niha li çolê ne û banga ji bo Yekîtiya Ewropayê ew e ku Polanya û Belarûsyê rê bidin bo alîkariyên mirovî weke xzwarin û bijîşkî. Herwiha em hêvî dikin ku Almanya di zûtirîn demê de ew koçberên li ser sînor asê mane veguhezîne ku keseke din jiyana xwe ji dest nede.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin