SOHR: Li Efrînê dibistana fikrên tundrew ya Îxwanan hat vekirin   

SOHR: Li Efrînê dibistana fikrên tundrew ya Îxwanan hat vekirin  

.

A+A-


Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, dibistaneke olî ya fikrên tundrew ji aliyê Îxwanên girêdayî deshilata Tirkiyê ve hatiye vekirin.

SHORê diyariye, di demeke ku asta perwerdeyê li Efrînê lawaz bûye de, çalakiyên tevgerên olî yên tundrew li Efrînê zêde dbûne û li navenda navçeya Cindirêsê, rêxistinên girêdayî Ixwan El-Muslimîn ên bi ser Tirkiyê ve dibistaneke olî vekirin.

Herwiha SOHRê destnîşan kiriye ku bi van çalakiyên olî yên tundrew zarok û ciwanên Efrînê têne armanckirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku bûyerên revandina sivîlan jî li Efrînê berdewam dikin û herî dawî li ji navçeya Mabata 4 sivîl ji aliyê çekdaran ve hatine revandin.

SOHRê daye xuyakirin ku çekdar îşkence û tahdeyên dijwar li kesên revandî kirine û ew birine girtîgeha Maratê ya Efrînê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin