‘’Sîyaseta dijîtîya Kurdan çavê hemû dezgehên Dewleta Tirkîyeyê kor kirine ‘’

‘’Sîyaseta dijîtîya Kurdan çavê hemû dezgehên Dewleta Tirkîyeyê kor kirine ‘’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Batmanê Axaft

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik îro(12.05.2017) seredana Teşkîlata Batmanê ya PAKê kir. Li vê derê, Serokê Teşkîlata Batmanê Aziz Özdemir û rêveber û endam û dostên PAKê yên Batmanê pêşewazîya Mustafa Özçelik kirin.Helbestvanên Kurd Berken Bereh û Xelîl Sasonî û ji Rojavayê Kurdistanê nûnerên PDKs û PYKS jî beşdarî civînê bûn.

Mustafa Özçelik li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîneke çapemenîyê lidarxist û di derbarê rojevê de agahiyên girîng dan.

Gelek nûnerên ragehandinê beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Mustafa Özçelik di derbarê li dar xistina Komxebata Kongreya Giştî ya PAKê de, li ser rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û rûdanên li Tirkîyê de bîr û rayên PAKê anî zimanî.

Mustafa Özçelik di axaftina xwe de di derbarê Komxebata PAKê de agahadarî da û got: ‘’Piştî temûza 2015an ku careke din şer dest pê bû û şerê bi navê xendek û barîkatan darbeyeke mezin li xebata sîyasî ya gelê me xist, piştî şikestina darbeya eskerî û îlan kirina Rewşa Awarte, li bakurê Kurdistanê bêdengîyeke mezin rû da. Bi taybetî jî di xebata hişmendîya Kurdistanî û piştgirîya gelê me de tabloyeke neyênî rû dabû. Lê beşdariya bi girseyî ya galê me û ya potansîyala Kurdistanî ya li Komxebata PAKê ya li Amedê, kelecan, coş û bawerîyeke nû geş kir. Ji her çar perçeyên Kurdistanê hema hema hemû partîyên sîyasî ya beşdarî Komxebatê bû yan jî mesajên xwe şandin. Bi Kurmancî, zazakî, soranî axaftin hatin kirin, peyam hatin dayîn.Komxebata PAKê hêvî û çirûskeke nû ya Kurdewarî, Kurdistanî bû di doza azadîya Kurdistanê. Komxbata PAKê nîşana wê yekê bû ku PAK êdî di sîyaseta bakurê Kurdistanê de cîhekî xwe yê taybet heye; dîyar bû ku PAK bala gelê me dikişîne ’’.

pak-batman-2.jpg

Mustafa Özçelik di axaftina xwe de bal kişand ser refrandûma 16ê Nîsana 2017an û got ‘’Encamên refrandûmê nîşan da ku, referandûm ne dawîya dinyayê bû. Berîya referandûmê yên digotin ‘erê’ jî yên digotin ‘na’ jî wênyekî weha nîşanê gelê me didan ku, heger encameke bi dilê wan dernekeve dê ‘dinya xera bibe’. Me berîya referandûmê jî got, ‘ev ne dawîya dinyayê ye’, encama referandûmê çi derkeve jî, dê para Kurdan her kuştin, bêparî ji mafê xwe yên netewî û demokratîk û Qanûneke Bingehîn ya Kurd bi tu awayî tê de tune ne, be. Encamên referandûmê divê heşê herkesî bîne serê wî ku; em bi tu awayî nebin aksesûar û piştgir û dûvikê partîyên sîstema heyî ya ‘’yek dewlet, yek welat, yek milet, yel al’’ê diparêze. Encamên referandûmê şans û firsendên nû jî anîye ber derîyê Kurdan. Heger em yekrêzî, tifaq û hevkarîya nav Kurd û Kurdistanîyan bikaribin pêk bînin; ev ‘Sîstema Serokatîyê ya Tirkewarî’ dikare rêya destkeftîyan jî ji me re veke’’.

Mustafa Özçelik weha berdewam kir: ‘’Encamên referandûmê nîşana ne razîbûna gelê me ya li dijî vî şerê heyî ye. Em dikarin bêjin ku , di referandûmê de çi deng bikar anîbe bila bîne, piranîya gelê me li dijî vî şerî ye. Dengê ‘erê’ ne erê kirina AKPyê û sîyaseta wê ya şerî ye; dengê ‘na’ jî ne piştgirîya ‘HDP’yê û piştgirîya şerê xendek û barîkatan e. Divê em yên li dijî vî şerî ne, hêza xwe bikin yek û ji bo çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê hamleyeke nû destpê bikin’’.

Mustafa Özçelik bal kişand ser sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ku naxwaze pirsa Kurdistanê çareser bike û got ‘’Ma ne bes e ku eve 94 sale bi gotina ‘teror’ê xwe û gelê xwe dixapîne. Ma ne dîyar eku ev mesele meseleya maf û azadîyên miletekê Kurd e.Ma ne ew Sedam Huseyîn a bû ku, bi Enfalê, bi Helebçeyê, bi kuştina bi sedhezaran gelê Kurdistanê, dixwest rê li ber doza azadîya gelê me bigire.Ma baş e îro Sedam li ku ye û gelê Kurdistanê li ku ye? Aşkere ye ku ev sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tûnd û tûjî, şer û xetimandina çareserîya meseleyê tu pirsgirêkan çareser nake, dibe sebebê xwîn rijandinê. Sîyaseta dijîtîya Kurdan çavê hemû dezgehên Dewleta Tirkîyeyê kor kirîye. Divê gelê Tirkîyeyê jî hişyar be û li dijî vî şerî derkeve’’.

Mustafa Özçelik helwest û sîyaseta PKKyê jî rexne kir û got ‘’PKK ji alîyekî dibêje ‘em li dijî dewletên netewî ne’, ‘Tirkîye welatê me yê hevbeş e’, ‘emê neteweke demokratîk ava bikin’ û ji alîyê din jî, bi şerê xendek û barîkatan, bi şerê çekdarî yê ji armanca azadîya Kurdistanê dûr, zerareke mezin dide hişmendîya gelê me, dide welatê me, dide doza me’’.

pak-batman-1.jpg

Mustafa Özçelik di berdewamîya axaftina xwe de, bal kişand sîyaseta Dewleta Tirk ku heta nuha tu gavên bingehîn jibo çareserîya pirsa Kurd neavêtîya û got ‘’baş e, dipirsim: we heta nuha çi mafê Kurdan dayê? Heta nuha we hebûna miletê Kurd jî qebûl nekirîye, zimanê wî jî we resmî qebûl nekirîye, we mafê wî yên rewa yên netewî, demokratîk jî qebûl nekirîye. Êdî çi eleqeya van mafên esasî û rewa bi şerî heye. Mafê tu kesî tune ye ku qebûl kirina miletê Kurd û mafê miletê me yên netewî, bi rawestandina şerî ve girê bide’’

Mustafa Özçelik axaftina xwe de weha domand:’’ Bila Dewlet dest ji vê sîyaseta şerî berde; bila PKK jî şer rawestîne. Bila hemû partîyên Kurdan bi hevdu re, li gel dezgehên sivîl destbidin hevdu. Divê gelê Kurdistanê bi dengekî bilind ji vî şerî re bêje ‘na’. Dive em bi hêza gelê xwe li himber vî şerî rawestin.’’

Mustafa Özçelik di civîna çapemenîyê piştgirîya xwe ji meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê dubare kir û got ‘’Rojev û wazîfeyeke esasî, netewî ya hemû kurdên cihanê piştgirîya serxwebûna Kurdistanê ye.Serxwebûna başûrê Kurdistanê dê qedera hemû Kurdan bihuherîne’’.

Mustafa Özçelik piştî civîna çapemenîyê, li gel endam û rêveberên PAKê yên Batmanê civîn berdewam kir. Di vê civînê de Mustafa Özçelik, di derbarê Komxebata PAKê û amadekarîyên Kongreya Giştî ya PAKê de agahdarî da û di derbarê xebatên PAKê yên Batmanê malûmat wergirt. 
Mustafa Özçelik di vê civînê de behsa girîngîya hebûn û xebatên PAKê kir û got ‘her roja dibuhure, sîyaseta PAKê ya Kurdistanî û azadîxwaz zêdetir di dilê gelê me de cîh digire. Bi xurt kirin û geş kirina PAKê, bi yekgirtina hêzên azadîxwaz û demokrat; bi tifaqeke li ser nirxên Kurdistanî emê bikaribin rê li van texrîbatan bigirin’’. 
Herweha bi minasebeta 43yêmîn salvegera darvekirina Leyla Qasim Seyda Îmadedîn helbestek xwend.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin