Silêmaniyê Fethulla Huseynî: Rûsya û Îranê dê rê nedin Tirkiye operasyoneke nû bike

Silêmaniyê Fethulla Huseynî: Rûsya û Îranê dê rê nedin Tirkiye operasyoneke nû bike

.

A+A-

Endamê Nûneratiya Rêveberiya Xweser: Tirkiye bi çavê dijminatiyê li Kurd, Rêveberiya Xweser û projeya siyasî ya li bakurê rojhilatê Sûriyê dinêre. 

Endamê Nûneratiya Rêveberiya Xweser radigihîne, gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê her berdewam in, lê ji bo operasyoneke nû, Tirkiyê ti erêkirin ji ti welatekî pêwendîdar bi krîza Sûriyê wernegirtiye.

Endamê Nûneratiya Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê Fethulla Huseynî li ser gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re got: Tirkiye ji sala 2011an Sûriyê ve destêwerdan di krîza Sûriyê de kir, ji bo ku şerekî tayîfî li Sûriyê çêbike. Lê Tirkiyê ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser di sala 2014an de, 4 operasyonên leşkerî kirin û niha amadekariyên operasyona pêncemîn dike. Tirkiye bi çavê dijminatiyê li Kurd, Rêveberiya Xweser û projeya siyasî ya li bakurê rojhilatê Sûriyê dinêre.

Derbarê rêkeftinên HSD û artêşa Sûriyê de Huseynî got: “Em nikarin bibêjin ku rêkeftinek di navbera HSD û artêşa Sûriyê de hatiye îmzekirin, lê belê hevtêgihîştineke leşker ya demkî di navbera her du aliyan de çêbûye, ji bo rûbirûbûna her êrîşeke bibin. Lê hewlên me berdewam in ta ku êrîş û şer çênebe.”

Destnîşan kir jî: “Tirkiyê di sala 2018an û 2019an Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dagîr kir, lê piştî wê di 2019an de, Amerîka û Rûsya bi awayên cuda ligel Tirkiyê rêkeftin çêkirin û êrîşên Tirkiyê hatin rawestandin. Di baweriya me de niha Tirkiyê ji bo operasyona nû, ti erêkirin ji aliyekî navdewletî yê pêwendîdar negirtiye.”

Derbarê civîna serokên her sê welatên gerentîkar ên Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îranê) li Tehranê ku biryar e sibe 19ê Tîrmehê were kirin, Huseynî got: “Di baweriya me de dê ti lihevkirin nebe û Rûsya û Îranê dê rê nedin Tirkiyê êrîşî Til Rifet û Minbicê bike.”

Li ser pêwendiya di navbara Rêveberiya Xweser û PKKê de, Huseynî got: “PKK wek aliyekî Kurdistanî piştevanê Rojavayê Kurdistanê, fîdekarî û şer kiriye û alîkariya me di projeya me ya siyasî de kiriye. Tirkiye PKK û her partiyeke din a Kurdistanê red dike, ev hemû bihane û hincet in, em ti carî nebûne gef li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyê û me ti carî êrîşî Tirkiyê nekiriye.”

Huseynî derbarê diyaloga di navbera PYNK û ENKSê de jî got: “Di danûstandinan 3 xalên sereke hene, em li ser xalekê gihîştine hevdu, xalên cihê nakokiyê jî ne ewqas aloz in ku em li ser li hev du bikin. Niha danûstandin ji ber hin karên pêşîne wek gefên derveyî hatine rawestandin. Lê belê divê aliyê din jî (ENKS) bi berpirsiyatiya xwe rabe, derî vekirî ye bila ew jî bên berevaniyê li xaka Rojava bikin. Lê piştî ku me evqas qurbanî dane ew bên daxwaza 50 bi 50 bikin, hevpariya 50 bi 50 li ti cihekî din serkeftin neaniye, heta ku li me cem me jî bi ser bikeve.”

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin