'Sidiq û Piling' li Holandayê bi ser ket

'Sidiq û Piling' li Holandayê bi ser ket

Festîvala belgefîlman 2Doc ku ji alîyê IDFA'yê ve tê organîzekirin 27'ê mehê belgefîlmên bi ser ketin hatin xelatkirin. Belgefîlmê derhênerê kurd Rêber Dosky ê bi navê "Sidiq û Pilind" Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Festîvala ku di warê belgefîlman de li dinyayê festîvalek girîng e îsal 32'yemîn car li dar ket. Merasima xelatdayînê li Enstîtuya Fîlman EYE ya li Amsterdama Hollandayê li dar ket. Fîlmê Dosky "Sidiq û Panter" bi Xelata Fîlmê Herî Serketî hat xelatkirin. Dosky di belgefîlm de ketîye dû çîroka Sidiq ku li çîyayan ketîye pilind. Ev 25 salên wî ne ku dixwaze vê pilingê bibîne û bi delîl eşkere bike ku ew li çîyayên Kurdistanê ew heye.

 

Di şevê de Maasja Ooms bi belgefîlmê xwe "Rotjochies"  Xelata Taybet a Jurîyê girt. Her wiha heman belgefîlm di beşa Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî û Vesazkirina Herî Serketî de jî bi ser ket.

Di beşa belgefîlmên metrajdirêj de belgefîlmê Heidi Hassan û Patricia Pérez Fernández ê bi navê "In a Whisper" xelata Belgefîlmê Serketî girt. Di vê beşê de Xelata Derhênerê Serketî Mehrdad Oskouei bi belgefîlmê xwe "Sunless Shadows" bi dest xist. 

Çavkanî: Dîyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin