Sibê mijara Serokê Herêma Kurdistanê di rojeva parlamentoyê de ye

Sibê mijara Serokê Herêma Kurdistanê di rojeva parlamentoyê de ye

Piştî lihevhatina PDK, YNK û Goran li ser postên hukumeta nuh a Kurdistanê, rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê tund e. Gelek biryar û hilbijartin li bendî parlamentoyê ne.

A+A-

Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li hev kirin,biryar e Parlamentoya Kurdistanê sibe li ser mijara yasaya serokatiya Kudistanê û destnîşankirina serokê nû yê Herêma Kurdisanê bicive. Serokê heremê piştî ku hat hilbijartin dê ji bo avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê, serokwezîr wazîfedar bike.

 Li gor zanyariyên Rûdawê YNK ji bo postên Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, Wezîrê Rewşenbîrî,û Wezîrê Plandanînê namzedên xwe destnîşan kirine.

 Tê gotin ku berbijêrê Serokwezîrê herêmê wê Mesrûr Barzanî dê wekî serokwezîr dest bi kar bike. Wê gelek dijwar be di demek kin de Mesrûr Barzanî bikare hikûmeta nû ya Kurdistanê ava bike. Çimkî heta niha jî ne PDK, ne YNK û ne jî Goran bi temamî namzedên xwe yên bo postan destnîşan nekirine.”

 Li gor agahiyên Rûdawê bidestxistine, Qubat Talebanî dê li ser erka xwe ya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê berdewam be.

Herwiha tê gotin ku ji YNKê, Rewas Faîk ji bo posta Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Hamay Hama ji bo Wezareta Rewşenbîrî û Derbaz Kosret Resûl ji bo Wezareta Plandanînê destnîşan kirine.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî da zanîn ku wan di civîna PDKê de daxwaz kiriye ku Komela Îslamî ya Kurdistanê jî beşdarî kabineya nû bibe.

 Derbarê vê mijarê de Parlameterê PDKê Hêvîdar Ehmed jî got: “Di nav partiya me de mijara beşdarkirina Komela di hikûmetê de hîn zelal nebûye. Lê eger Komel beşdar bibe divê hin kursiyên Goran û YNKê ji wan were wergirtin û ji bo Komela were dayîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin