Serokwezîrê Îtalyayê dev ji erka xwe berda

Serokwezîrê Îtalyayê dev ji erka xwe berda

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte piştî axaftina xwe ya li parlamantoyê da zanîn ku ewê karvekişîna xwe ragihîne.

A+A-

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte piştî axaftina xwe ya li parlamantoyê da zanîn ku ewê karvekişîna xwe ragihîne.

Doh sêşemê 20- 08- 2019an Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte piştî axaftina xwe ya di Parlementoya Îtalyayê da aşkere kir ku wê serdana serokkomar bike û wê dev ji erka xwe berda.

Herwiha li gor zanyariyan Serokkomarê Îtalya Sergio Mattarella karvekişîna Conte pejirand û bi vî awayî hikûmeta Partîya Lîg û Tevgera Pênc Stêrkan bi dawî bû.

Ofîsa Serokkomar Mattarella da zanîn ku heta danûstandinên bo hikûmeta nû bi dawî dibin, serokomarê welêt xwestiye ku Conte karê xwe bidomîne.

Serokkomarê Îtalya Sergio Mattarella dê roja Çarşemê dest bi danûstandinên bi serokên partîyan re bike.

Ger hikûmeta nû ava nebe Mattarella dikare parlamanê betal bike.

Serokê Partîya Lîg û Wezîrê Karên Navxweyî yê Îtalya Matteo Salvini dixwaze ku hilbijartina pêşwext li dar bikevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin