Serokwezîrê Îsraîlê: Gelê Iraqê banga aştiyê li me dike

Serokwezîrê Îsraîlê: Gelê Iraqê banga aştiyê li me dike

.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di derbarê civîna ku doh bi navê “Elselam Walastrdad” li Hewlêrê hatibû pêkanîn de ragihand ku “Bi sedeam kesayatên Iraqî yên ji Sunne û Şîeyan duh êvarî kom bûn da ku banga aştiyê li Îsralê bikin.”

Karvedanên piştî civîna bi navê Elselam Walastrdad” ya duh li Hewlêrê bi beşdariya hin kesayetên Ereb hatî lidarxistin de berdewam in.

Beşdarên civînê dixwestin ku Iraq j’ mîna hin welatên din ên Erebî pêwendiyê bi fermî bi Îsraîlê re dayne.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da û ew hevdîtin bi girîng nirxand.

Naftali Bennett dibêje: “Bi sedan kesayetiyên Iraqî, ji Sunne û Şîeyan, duh êvarê civiyan bi mebesta dirustkirina daxwazekê ji bo pêkanîna aştiyê ligel Israîlê, ev daxwaz ji aliyê gel ve bûye, ne ku ji aliyê hikûmetê ve. Tişta ku girîngiya wê ya taybet heye ewe ku danpêdanek bi sitema dîrokî dide ku Cihûyên Iraqê rûbirûyî wê bûn. Li beramber jî Îsraîl destê aştiyê ji bo we dirêj dike.”

Duh li Hewlêrê komeke tê îdiakirin endamên eşîran e xwestibûn ku bila Iraq jî mîna hin welatên Ereb bi Îsraîlê re li hev bê û tekilî dane.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê ragihand ku “bi ti awayekê nêrîn û siyaset û helwesta Herêma Kurdistanî nîne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku her behs û helwest û ber bi peywendî bi siyaseta derve ve hebê, li gor destûr desthilata Hikûmeta Federali ye û Herêma Kurdistanê di vî warîde de bi tevahî pêgirî siyaseta derve ya Iraqê ye.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana derbarê heman mijarê de daxuyanî da û ragihand ku civîn bêyî agahiya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin der barê civînê da gavên hewce dikin wê bên avêtin.

Wezareta Navxwe herwiha diyar kir ku ew kesên beşdarî civînê bûne dê ji Herêma Kurdistanê Kurdistanê bên derxistin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin