Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

.

A+A-

Bo 5emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, Baroya Diyarbekirê li ber Mînareya Çar Ling bernameyek bîranînê li dar xist. Serokê Baroyê Cîhan Aydin di bîranînê de daxuyaniyek da û da zanîn, pênc sal in ew li kujerên Tahîr Elçî yên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî roja 28ê Mijdara 2015an dema ji bo parastina Mînareya Çar Ling a Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, hat qetilkirin.

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz, Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin, endam û rêveberên Baroyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Diyarbekirê, nûnerên Baroyên Riha, Wan û Şirnexê û gelek kesên din li ber Edliya Diyarbekirê li hev kom bûn. Komê pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin û heta ber Minareya Çar Ling meşek li dar xistin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li ber Mînareyê daxuyanî da û wiha got: 

“Pênc sal in em li kujerên Tahîr Elçî yên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin. Me 218 hefte li ber Edliya Amedê çalakî li dar xist û em li edaletê geriyan. Piştî doz vebû me navber da çalakiya xwe. Me biryar girt ku wê ji niha şûn ve lêgerîna me ya edaletê li korîdorên edaletê bidome. Danişîna ewil a dozê da nîşandan ku polîtîkaya bêcezakirinê ya di pêvajoya lêpirsînê de sîrayetî dadgehê jî kiriye. Baroya Amedê û hevpîşeyên me wê li dijî polîtîkaya bêcezakirinê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî ku serokê me Tahîr ji me veqetand, jî tiştek neguherî û hin bêtir tarî bû. Li vî welatî êdî mîsogeriya hiqûqê ya tu welatî nîne. Binçavkirin, girtin, kuştinên ne yasayî, kuştina jinan, êşkence, îstîsmarkirina zarokan û talankirina hawîrdorê hin zêdetir bûye. Em ji demek xerab re şahidiyê dikin. 

Dildar Serok, bi kurt û kurmancî rewşa welatê me xemgîn e. Xeyalên te yên demokratîk, azadî û aştiyêxeyalên me ne jî. Em ê bibin parêzvanên xeyal û ramanên te. Wê têkoşîna me ji bo wan xeyalên te bidome.” 

Piştî daxuyaniyê, girseyê qerenfîl danî cihê Elçî lê hatiye qetilkirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin