Serok Barzanî pîrozbahiyê li Bingeha Laleş dike

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Bingeha Laleş dike

.

A+A-

Bingeha Laleş a Rewşenbîrî û Civakî, roja 12ê Gulana 1993an li parêzgeha Duhokê yekem kongreya xwe li dar xist

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 29emîn salvegera damezirandina Bingeha Laleşê de peyemeke pîrozbahiyê arasteyî Desteya Bilind a Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi hilkefta bîst û neh saliya damezirandina Bingeha Laleşê, pîrozbahiyê xwe arasteyî we û endam û kadroyên Bingeha Laleşê û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim.”

Serok Barzanî dibêje: “Spasiya Bingeha Laleşê dikin ku her ji destpêka damezirandina vê bingehê û heta niha, berdewam di xizmeta kulturê gelê Kurdistanê û parastin û pêşvebirina rewşa kulturî û nerîtên civaka Êzidî de bûye.”

Her wiha Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Hêvîdar im berdewam di geşekirin û pêşkeftinê de bin û aramî û xweşiyê ji hemû xwişk û birayên Êzidî re dixwazim û her serkeftî bin.”

Bingeha Laleş a Çandî û Civakî, 12ê Gulana 1993an li parêzgeha Duhokê di bin diruşma “Laleş kaniyeke zelal e û dirje rûbara rewşenbîrî ya Kurdî” kongreya xwe ya yekem li dar xistibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin