Serlêdanên Xelatên Rojnamegerîyê yên Mûsa Anterî dest pê kirine

Serlêdanên Xelatên Rojnamegerîyê yên Mûsa Anterî dest pê kirine

Xelatên Rojnamegerîyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad wê cara 28em werin dayîn. Jurîya ku Ferid Demirel, editorê bianet kurdîyê jî di nava wan de ye wê di 5 beşan de xelatan bidin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serlêdanên ji bo 28em "Xelatên Rojnamegerîyê yên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîya Azad" dest pê kirine. 

Ji bo bîranîna nivîskar û rewşenbirê kurd Mûsa Anter û xebatkarên çapemenîyê yên di dema karî de hatine kuştin, ji sala 1993yan heta niha her sal "Xelatên Rojnamegerîyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad" tên dayîn.

Weke her du salên dawîyê îsal jî rojnameya Yenî Yaşam wê pêşbirkê bi rê ve bibe. Serlêdan heta 10ê Îlona 2020'an jî dikarin bên kirin. Pêşbirka ku ji “Nûçeyên Kurdî", “Nûçeyên Tirkî", “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersozê “Nûçegihantîya Jinê” bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Encama pêşbirkê wê di 18ê Îlona 2020'an de bên eşkerekirin.

Her beşdar tenê dikare di beşekê de û tenê bi berhemekê tev li pêşbirkê bibe. Berhemên ku ji bo xelatê dê bên şandin, dîsa li xwedîyên wan nayên vegerandin. Dibe ku di rojnameyê de bên weşandin. Her beşdar dikarin berhemên xwe bi rêya PTTyê yan jî bi kargoyê bişînin. Dikarin bi destan jî teslîm bikin. Berhemên ku bi rêya postayê ango kargoyê hatine şandin heke negihijin navnîşana rojnameyê, berpirsîyarî ya xwedîyê wê ye.

Şertên tevlêbûna pêşbirkê ev in

* Zimanê pêşbirkê bi kurdî û tirkî ye.

* Pêşbirk di beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’, ‘Nûçegihanîya jinan ya Gurbetellî Ersozê’, ‘Wêneyê nûçeyan” û ‘Karîkatur’ de tê lidarxistin.

* Di her kategorîyê de tenê xelatek tê dayîn. Xelat wê ji bo kesên di pêşbirkê de bibin yekem bê dayîn. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdarîyê binirxîne.

* Beşdar tenê dikare di kategorîyekê de û bi berhemekî beşdar bibin.

* Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 lîreyê tirkan e.

* Nirxandinên têkildarî kategorîyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşnîyarên lijneyên pêşnimandinê jî li ber çavan bên girtin û wisa bên kirin.

* Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û dê karibin di rojnameyê de bên weşandin.

* Divê berhem herî dereng di 10ê Îlona 2020an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18ê Îlona 2020an de bên aşkerakirin.

* Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo yan jî bi awayekî taahûdî bêne şandin. Ji bilî van rêyan, ger ku beşdar bi rêyeke cuda berheman xwe bişîne û berhem winda bibe, berpirsyarê vê yekê beşdar bi xwe ye.

* Hemû kesên şert û mercên ku şertên tevlêbûnê bi cih anîn, dikarin tev li pêşbirkê bibin.

* Endamên jurîyê (sala di lijneya jurîyê de bin) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin tev li pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin divê yan nehatibin weşandin, an jî piştî 10ê Îlona 2017an hatibin weşandin.

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkeke din de xelat û mansîyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. Piştî 10ê Îlona 2019an û şûnde divê hatibin weşandin.

* Ku derkeve holê berhemê di pêşbirkeke din de mafê xelat, mansîyon û pêşandanê girtîye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ti mafekî din nade beşdaran.

* Ger beşdar bi berhema kesekî/e din beşdar bibe, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina jurîyê bên tespîtkirin, dê ji alîyê jurîyê der barê beşdar de biryara şertên tevlêbûnê binpêkirîye bê dayîn.

* Bi şandina berhemên xwe re, beşdar şertên pêşbirkê qebûl dike. Kesên ku şertên tevlêbûnê bi cih ne anî be, dê ji pêşbirkê bên derxistin.

* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û dema kişandin/xêzkirina wê ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, tvya ku tê de hatîye weşandin, dema weşandinê û kopyayeke berhemê ya ji van weşanan hatîye girtin, bê şandin.

* Beşdar divê kurtejîyan, navnîşanên ragihandinê û agahîyên der barê berhemê de wekî nivîsekê bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) xwe jî lê zêde bikin.

Beşên Nûçeyan

Beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’ û ‘Nûçeyên jinan’:

* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jîyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin. Pêwîste nûçe wekî 5 (pênc) nûsxeyan bê amadekirin û şandin.

Wêne:

* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncika jêr f çepê yf berhemê bê nivîsandin.

* Divê berhemên ku di kategorîya wêneyê de tên şandin, ji alîyê ebatî ve wiha bin: Alîyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûranerîya wê 300 dpî û asta şidandina wê 12 be.

* Ku jurî pêwîst bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.

* Wêneyê li ser hatîye lîstin û resenîya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatîye xirabkirin dê neyên nirxandin.

Karîkatûr:

* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.

* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.

*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21×29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin.

Lijneya hilbijartinê

Nûçeyên kurdî: Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Beritan Zagros, Ramazan Olçen, Ferid Demirel.

Nûçeyên tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatih Polat, Faruk Eren, Îbrahim Varli, Huseyin Aykol.

Nûçeyên jinan: Nevin Cerav, Nişmîye Güler, Bircan Değirmenci, Çiçek Tahaoğlu, Sevda Karaca.

Wêne: Ramazan Ozturk, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Rodî Yuzbaşı, Selmet Guler.

Karîkatûr: Gulay Batur, Dogan Guzel, Asli Alpar, Îmam Cîcî, Ender Ozkahraman.

Navnîşana ku beşdar wê berhemên xwe bişînin wiha ye:

Web: yenîyasamgazetesi.com e-posta: yenî[email protected]

Telefon: 0 212 252 83 99

Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Taxa Şehît Muhtar, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stenbol

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin