Șerefedîn Gurbuz ji ber ‘tinnitus’ dawî li jiyana xwe anî

Șerefedîn Gurbuz ji ber ‘tinnitus’ dawî li jiyana xwe anî

Yek ji stûnên Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Şerefedîn Gurbûz ji ber nexweșiyeke seyr a guh ku bi latînî « tinnitus » û bi frasî jî « acouphène » dibêjin, di 5ê tebaxê de, hîn ku 57 salî bû, dawî li jiyana xwe anî.

A+A-

Şerefedîn Gurbuz di 1962yan de li bajarokê Pertekê yê girêdayî Dêrsimê hatiye dinyê, wî xwendina xwe ya bilind di warê endazyariya jeolojiyê de li Zonguldakê kiriye. Piștî çend sal xebata weke endazyar li Çiyayê mazî (Mazîdax), ji ber zilma darbeya leșkerî ya 1980yî, Kurdistanê bicî dihêle û tê li Fransayê dibe penaber. Piștî hînbûna zimanê fransî, di 1991ê de, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê dest bi kar dike û heta dawiya jiyana li wir dixebite.  
Ji ber ku van demên dawiyê li pêrgîniya Enstîtuyê kar dikir û li gel karê xwe yê bingehîn, amadekirina berhevoka nûçeyên li ser Kurdan di çapemeniya rojava de (Bulletin d’information), hemî karên pratîk ên wê jî dikirin û bi dilgermî pêșwaziya mêvanan dikir herkesî jê hez dikir û navê wî û Enstîtuyê bûbû yek.
Lê mixabin ji ber êșa guhê xwe « tinnitus »a ku tê maneya fîkandin an xușexușa di guhde, ku bi salan e dikșîne debar nekir û dawî li jiyana xwe anî. Bi navê Elzem keçek û yê Çaxil jî kurekî wî heye.
Li ser daxwaza wî ya ku di nameya li dûv xwe hiștibû de diyar kiribû, wê termê wî li Kurdistanê li gundê wî bê veșartin.
Ji bo bîranîna wî jî, wê 10ê tebaxê de roja şemiyê, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, saet ji 15 ta 19an sermoniyek pêk bê.
 

Ev nûçe 347 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin