Serdana Îmarata Erebî dikin

Serdana Îmarata Erebî dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê serdana Îmarata Erebî bikin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwandina fermî ya Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar ên Îmarata Erebî û Serokê Encûmena Cibicîkar Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehîyan, bo beşdarîya di rêûresma pêşbirka Xelata Îmarat Formola Yek, îro piştî nîvro bi serdanekê gihîştin Ebû Zebî.

Di çarçova wê serdanê de, şanda bilind a Herêma Kurdistanê hevdîtinan ligel her yek ji Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar ên Îmarata Erebî û Serokê Encûmena Cibicîkar Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehîyan, Cihnişînê Sûidîye Erebîye Mîr Mihemed Bin Selman, Serokê Ermenistanê Ermîn Serkisyan, Serokê Teteristanê Rustem Mînîxanov û hejmarek ji şah, serok, serkirde û serokwezîrên welatên mêvan ên rêûresê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin