Serbazekî Tirkîyê li Idlibê hat kuştin

Serbazekî Tirkîyê li Idlibê hat kuştin

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê kuştina serbazekî xwe li parêzgeha Idlibê ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de ragihand, di dema birêveçûna gereke çavdêrîyê ya hêzên Tirkî li ser rîya M4, teqînekê rû da.

Dîyar kir jî, di encama teqînekê de serbazî Tirkîyê hat kuştin û sebazekî birîndar bû.

Li gor medyaya opozîsyona Sûrîyê, li nêzîkî gundê Xesanîyê dema hêzên Tirkî li ser rê derbas dibû, teqîn di komgeheke çekan a Partîya Îslamî ya Tirkstanî de rû da.

Amaje bi wê da, serbazî kuştî û yê birîndar bi helîkopterê bo nexweşxaneya  Rihanîyê li Hetayê hatin veguhastin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin