Şaredariya Rihayê Kurdî li ser Twittera xwe zêde kir

Şaredariya Rihayê Kurdî li ser Twittera xwe zêde kir

.

A+A-

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê zêde kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî zêde kirin.

Lê ji ber ku Şaredariyê derbarê zêdekirina zimanan de ti daxuyanî nedane, nayê zanîn kengî ziman li ser hesabê wan ê Twitterê hatine zêdekirin.

Tevî ku Rûdawê hewl da xwe bigihîne Rêveberiya Medyayê ya Şaredariya Rihayê, lê wan bersiva telefonan nedan.

Hinek welatiyên Rihayê jî li ser hesabên xwe yên Twitterê, bang li Şaredariyê kirine ku sedama zêdekirina zimanan eşkere bike û dibêjin, gelo ev pêngav ji ber nêzîkbûna hilbijartinan hatiye avêtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin