Şandeke veberhênanê ya Herêma Kurdistanê serdana Brîtanyayê kir

Şandeke veberhênanê ya Herêma Kurdistanê serdana Brîtanyayê kir

.

A+A-

Şandeke Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mihemed Şukrî bi mebesta hevkarî û pêşvebirina zêdetir a zanîngehên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê serdana Brîtanyayê kir û ji aliyê hejmarek kesayetên siyasî û akademî ve hat pêşwazîkirin.

Şanda Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirina pêwendiyên Zanîngeha Londinê ya li Hewlêrê ligel hejmarek ji Serokê Zanîngehê û akademîsyenên zanîngehan û dîplomatkarên Brîtanyayê civiya.

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî ji K24ê re ragihand, vekirina zanîngehên biyanî û bi taybetî Zanîngeha Londonê ya li Hewlêrê ji aliyê kesayetên siyasî û akademîsyenan ve pêngaveke girîng û destkefteke baş e ji bo Herêma Kurdistanê.

Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kir: “Ez dixwazim vê yekê bibêjim ku ev hevahengî û ev proje çiqas girîng in. Hebûna zanîngeha navdewletî ya Brîtanyayê bi bername û bawernameya Brîtanî li Herêma Kurdistanê, hebûna hevahengiya bihêz a Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê nîşan dide. Ez kêfxweş im ku bibim beşek ji dirustkirina vê projeyê.”

Zanîngeha Brîtanî ya Navdewletî roja 8ê Kanûna 2022an li Hewlêrê kevirê bingeha wê hat danîn û biryar e di destpêka sala nû ya perwedehiyê de bi fermî were vekirin.

Bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku pêwendiyên dîplomasî ligel welatan were berfirehkirin, li ser bingeha berjewendiya hevbeş û sûda dualî, bi awayekî berdewam gotûbêj û pêşhatên siyasî yên navçeyê û geşedan û pêwendiyên navdewletî yên Herêmê ligel cîhanê derve bûye kar û stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin