Şanda Hikûmeta Herêmê ligel Serokatiya Parlamentoya Iraqê civiya

Şanda Hikûmeta Herêmê ligel Serokatiya Parlamentoya Iraqê civiya

.

A+A-

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişte Parlamentoya Iraqê û ligel Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê civiya. 

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihişte Parlamentoya Iraqê û ligel Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê civiya.

Li go agahiya 24ê  “Civîna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, ligel Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê dest pê kir û li ser para Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de gotûbêj dikin.”

Li gor zanyariyên nûçegihanê me, şevê din Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê civiyabû.

Ji bo rêkeftina li ser para Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Iraqê ya 2021ê de, roja yekşemê 24ê Çileya 2021ê, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û hevdîtin û civînên wan berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin