Sadî Pîre: Divê Pêşmerge vegerin wan cihên berê lê bûn

Sadî Pîre: Divê Pêşmerge vegerin wan cihên berê lê bûn

Sadî Pîre: Divê Pêşmerge vegerin wan cihên berê lê bûn

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêwîst dibîne Pêşmerge vegerin wan hemû navçeyan ku berê lê bûn, bi taybetî wan cihên ji bin destê DAIŞê rizgar kirine. Derbarê postê bê yê serokkomar de jî got: “Serokkomar bo Kurd dibe, di nav Kurd de jî heta niha bo YNKê ye, ti sedemekê jî nabînim ku bo YNKê nebe.”

Îro Yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê, Endamê Polîtbûroya YNKê Sadî Pîre li Hewlêrê beşdarî proseya dengdanê bû û di civîneke çapemeniyê de got: “Propagandeya hilbijartinê bidawî bû, îro roja dengdanê ye, du roj piştî dengdanê divê aliyên siyasî careke din bi hev re rûnin û bernameyekî deynin ka çawa gotûbêjê ligel Iraq û aliyên siyasî yên Iraqê bikin, li wê yekê bifikirin çar salên bê li Iraqê çi bi dest Herêma Kurdistanê dikeve.”

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ka gelo di wê baweriyê de ye ev hilbijartin rewşa siyasî û nexşeya siyasî li Iraqê biguhere, divê Kurd çi bikin daku Fraksyona Kurdistanî li Bexdayê were pêkanîn, bi hevre biçin Bexdayê û destpêşxeriya YNKê di wê derbarê de, Sadî Pîre got: “Bêguman berê destpêşxeriya me hebûye û niha jî destpêşxeriya me dibe, ku tîmê Kurdî wek yek tîm li Bexdayê li ser mafên rewa û destûrî yên xelkê Kurdistanê têbikoşe.”

Derbarê wergirtina postê serokkomar jî ji aliyê YNKê ve, Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibêje: “Bûye nerît li Iraqê, serokatî parlamento bo Sunneyan e, encûmena wezîran bû Şîe ye, serokkomar bo Kurd e, careke din jî serokkomar bo Kurd dibe, di nav Kurdan de jî heta niha bo YNKê ye, ti sedemekê jî nabînim ku bo YNKê nebe.”

Derbarê beşdarbûna Kurdan li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî, Sadî Pîre got: “Gelekî girîng e, berê rewşeke nîv serbazî, rewşek ku Pêşmerge ji ber nakokiyên navbera Herêm û Bexdayê vekişiyan, ew vekişîn bû meydanek hinekan bi siyaseta mezhebî, fikir û eqliyeta kevin danûstandin ligel Kurdan kirin, divê Pêşmerge vegerin wan hemû cihan ku berê lê bûn, bi kêmanî vegerin wan cihan ku Hêzên Pêşmerge ji DAIŞê rizgar kirine.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin