Rûsya 156 zarokên DAIŞê vegerandine

Rûsya 156 zarokên DAIŞê vegerandine

Rûsya vegerandina 156 zarokên DAIŞê ji Sûrîye û Iraqê ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Komisyara Mafên Zarokan li Rûsya Anna Kuznetsova li baregeha Rêxistina Ewlehî û Hevahengîyê li Viennayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji sala bûrî ve û heta niha 156 zarok ji Sûrîye û Iraqê bo Rûsya hatine vegerandin.

Anna Kuznetsova dîyar kir, berî çend rojan jî Rûsya 26 zarokê din ji Sûrîyê vegerandibûn Moskoyê.

Rêveberîya Xweser pêştir çendîn caran ragihandibû, bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên xwedî regeznameyên bîyanî li cem wan hene û ew jê re barekî giran e û daxwaz ji welatan kiribû, endamên xwe yên DAIŞê werbigirin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin