Rêveberiya Xweser hewl dide pênasîn bi xwendina Kurdî bê kirin

Rêveberiya Xweser hewl dide pênasîn bi xwendina Kurdî bê kirin

.

A+A-

Rêveberiya Xweser hewl dide ku li cem hikûmeta Sûriyê, moleta fermî werbigre daku îtiraf bi xwendina wê bihêkirin. Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser hewlan dide, ku danpêdan bi materyal, rêbaz û bawernameyên xwendina wê hebe, lê heta niha ti danpêdan li ser asta Sûriyê yan jî li ser asta rêxistinên navdewletî bidest nexistiye.

Ji sala 2013ê ve, li navçeyên bin kontirola Rêveberiya Xweser bi sîstemeke ne weke ya hikûmeta Sûriyê tê xwanmdin. Xwendin li wan dibistanan bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ye. Yek ji astengiyan jî zimanê Kurdî ye ku hikûmeta Sûriyê îtirafê bi xwandina bi zimanê Kurdî nake.

Bi wê yekê beşek ji Kurdan bêhêvî dimînin, ku metirsî heye di paşerojê de, ked û xwendina zarokên wan bê ber û encam  bimîne.

Mihemed Salih Ebdo, Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, dibêje, "Eger UNICEF û UNESCO bixwazin serpereştiya danstandinekê di navbera me û perwerda rejîmê de bikin, em amade ne. Projeyên me hene û li ser çi astê be em dikarin danûstandinê bikin."

Yek ji astengiyên li pêşiya gihiştina bi hevtêgihiştinê lihel Hikûmeta Sûriyê, rêbaza bi Zimanê Kurdî ye, ku hikûmet wê rêbazê napejirîne, li beramber wê jî, Rêveberiya Xweser, li ser sepandina rêbaza bi Zimanê Kurdî rijd e û ji vê yekê danagere.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, "Xwendina me bi 3 zimanan e; Kurdî, Erebî û Sûryanî. Ev li cem e esasek e û em jê danakevin. Bawerî li cem me tune ye ku rejîm guhertinekê qebûl bike. Siyaset û programa me heye di warê perwerdehiyê de."

Xwendin li dibistanên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî ye. Madeyên wêjeyî û civakî jî li gorî ziman û çanda her civakekê ne.

Sîstema nû ya perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê ji sala 2013an ve destpê kiriye, ji pola yekem heta pola 12an a bakaloryayê heye. Li navçeyên Kurdnişîn jî, bi zimanên Kurdî ye, herwiha xwendin ji bo pêhateya Ereb bi zimanê Erebî ye û ji bo pêkhateya Suryanî bi zimanê Suryanî ye. Ev yek jî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tê redkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin