Reuters: Heta niha pirtir ji 3 mîlyon kes bi Koronayê mirine

Reuters: Heta niha pirtir ji 3 mîlyon kes bi Koronayê mirine

.

A+A-

Ajansa Reuters raihand ku mirinên bi sedema vîrusa korona li seranserê cîhanê îro sêşemê ji 3 mîlyonan derbaz bûye û vejîna cîhanî ya herî dawî ya pêketinên COVID – 19 hewldanên vakslêdanê dijwar dike.

Li cîhanê, bi taybet jî li Brezîlya û Hindistanê, mirinên jiber COVID-19 carek din zêde dibin.

Karbidestên saxlemîyê cûreyên nû yên vîrusê ku cara ewil li Brîtanya û Afrîkaya Başûr derketibûn holê, westandina gel ya jiber qedexeyan û tedbîrên din wek sedemên vê zêdebûnê nîşan didin.

Li gor pêzanînên Reutersê, 2 milyon mirinên jiber vîrusa korona ya cîhanî di zêdeyî salekê de, pêk hatiye. Lê, 1 mîlyon mirinên ku mayî di nav nêzî sê mehan de hatiye tomar kirin.

Reuters dibêje ku Brezîlya pêşengîya hejmara mirinên rojane ya cîhanê dike û yek ji her çar mirinên li seranserê cîhanê yên her rojê pêk tîne.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê rewşa bi pirgirêk ya Brezîlya ya jiber vîrûsa korona pejirand û got ku bi sedema rewşa barkirî ya sîstema saxlemîyê welat di rewşekî pir krîtîk de ye.

Hindistanê roja Duşemê rekorekî nû ya zêdebûna bûyerên COVID-19 ragihand, û li pişt Amerîka bû welatê dudya ku di rojêke de ji 100.000 pêketinan dîyar dike.

Li herêma Ewrûpa ku ji 51 welatan pêk tê, bi tevahî bi 1.1 mîlyon mirin hatiye tomar kirin ku hejmara heri bilind ya giştî ye.

Pênc welatên Ewrupî - Brîtanya, Rûsya, Fransa, Îtalya û Almanya ji % 60ê mirinên tevahî yên têkildarî vîrusa korona yên Ewrupayê, pêk tînin.

Amerîka bi 555. 000 mirinan li cîhanê xwedîyê jimara herî bilind e û hevdem ji % 19 tevahîya mirinên jiber COVID-19 ya li cîhanê pêk tîne.

Herwiha, li Amerîka pêketinên vîrusa korona di sê hefteyên dawî de zêde bûn lê karbidestên saxlemîyê bawer dikin ku kempanyaya vakslêdana bilez ya li welat dikare pêşîya zêdebûna mirinan bigire.

Yek ji sê ya welatîyên Amerîkî herî kêm yek dozek vaksînê wergirtine. Pêzanînên Our World ya roja Yekşemê dîyar dike ku herî kêm 370.3 mîlyon kes ku nezî ji % 4.75'ê şenîya cîhanê ye, yek dozek vaksîna COVID-19 wergirtiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin