Reuters: Artêşa Tirkîyê guh nade agirbestê!

Reuters: Artêşa Tirkîyê guh nade agirbestê!

Ajansa Reuters ragihand, zêdebarî ragihandina agirbestê artêşa Tirkîyê li ser êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Ajansa Reuters ragihand, zêdebarî ragihandina agirbestê artêşa Tirkîyê li ser êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Şeva borî Amerîka û Tirkîyê li ser ragihandina agirbesteka demkî li Rojavayê Kurdistanê li hev kirin. HSD û YPG jî agirbest qebûl kirin û ragihandin, ewê ji saet 22:00 agirbestê bicîh bînin.

Lê ajanasa Reutersê ragihandîye, artêşa Tirkîyê guh nade agirbestê û heta niha jî bajarê Serê Kanîyê topbaran dike û çekdarên alîgirên wê jî êrişî şervanên HSDê û xelkê ji bajêr dikin.

HSDê jî daye zanîn ku artêşa Tirkîyê Serê Kanîyê dide ber topan û çekdarên alîgirên wê jî êriş dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin