'Rêjeya Kurdan li Efrînê ji %96 daketiye %15'

'Rêjeya Kurdan li Efrînê ji %96 daketiye %15'

.

A+A-

 Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê di derbarê binpêkirinên li Efrînê de amar belav kirin û got, ku beriya êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê, rêjeya xelkê Kurd li Efrînê ji %96 bû, lê niha ew rêje daketiye ji %15an.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir, ku beriya niha li Efrînê 25 Hezar Kurdên Êzdî hebûn lê niha hejmara wan daketiye 2 Hezar kesan.

Li gorî van amarên ku hatine belavkirin, ji sala 2018an ve, 686 kesên sivîl li Efrînê hatine kuştin, û 96 ji wan jin bûne, ku 7 jin di encama destdirêjî û êşkenceyê de jiyana xwe jidest dane.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê dibêje, ku piştî hatina hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê, 71 jin rastî destdirêjiyê hatine. Herwiha ji roja dagîrkirina Efrînê ve, bi berdewamî xelk tê revandin, ji xwediyên wan pare têne xwestin û dema ku pare neyê dayîn, hinek ji wan kesên revandî têne kuştin.

Îbrahîm Şêxo dibêje jî, ku tenê di sala 2021ê de, 13 jin, 13 zarok, bi giştî 49 kesên sivîl ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

/Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin