Qeter, Urdin, Behreyn û Misir êrîşa teroristî ya li ser Mexmûrê şermezar dikin

Qeter, Urdin, Behreyn û Misir êrîşa teroristî ya li ser Mexmûrê şermezar dikin

.

A+A-

Qeter, Urdin, Behreyn, Misir êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê û şehîdbûna hejmarek ji welatiyên sivîl û Pêşmergeyan bi tundî şermezar dikin.

Qeter, Urdin, Behreyn, Misir êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê û şehîdbûna hejmarek ji welatiyên sivîl û Pêşmergeyan bi tundî şermezar dikin.

Şeva 2ê Berfanbarê çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encam de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.

Di wê derbarê de, Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ew êrîşa teroristî şermezar kir û ragihad, ew bi her awayekî teror û tundtûjiyê şermezar dikin.

Herwiha Wezareta Derve ya Qeterê, sersaxî arasteyî malbatên qurbaniyan kir û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwast.

Berdevkê Wezareta Derve yê Urdibê, Balyoz Heysem Ebû El-Fol, êrişa terorîstî şermezar kir û tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji Iraqê re li hember her gefên li ser ewlehî û aramiya wê kir.

Berdevkê Wezareta Derve yê Urdibê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwast û hêvî kir birîndar di demeke zû de baş bibin.

Wezareta Derve ya Behreynê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Em êrîşa teroristî ya tirsonek şermezar dikin û pirse û sersaxiyê li malbatên şehîdan dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.

Herwiha destnîşan kir: “Piştgiriya Şahnişîna Behreynê bi Komara Iraqê re radigihînin û piştgiriya wê di tedbîrên li dijî terorê ji bo parastina ewlehî û aramiyê dikin.”

Di daxuyaniyekê de jî, Wezareta Derve ya Misirê ragihad, komara Erebî ya Misirê êrîşa terorîstî ya li ser gundê Xedircîce ya di encamê de hejmarek kes bûne qurbanî şermezar dike.

Wezareta Derve ya Misirê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û ragihand, Misir piştgiriya xwe ya tamam bi Iraqê re û tedbîrên wê yên ji bo parastina ewlehî û aramiya nîşan dide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin