PZK bang li gelê Kurd dike ku xwedî li hevdû derkevin

PZK bang li gelê Kurd dike ku xwedî li hevdû derkevin

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li ser êrîşên van demên dawî yên li bajarên Tirkiyê yên li dijî Kurdan daxuyaniyek belav kir. 

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li ser êrîşên van demên dawî yên li bajarên Tirkiyê yên li dijî Kurdan daxuyaniyek belav kir û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li hevdû derkevin.

PZK diyar dike: “Em dibînin ku her roj mafê jiyanê binpê dibe. Kurd tên biçûkkirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên Kurdan dibin. Nijadperestên Tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan Kurdan dikûjin, êrîşî Kurdan dikin, wana birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “Tirkîtiya” xwe kirine.”

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Kurdino, xwedî li hevdû derkevin.           

Van demên dawî li ser hevdû, bi dûv hevdû de, êrîşkarên nijadperest li dijî Kurdan çalakiyan pêk tînin. Li tevahiya Tirkiyê, nûha atmosfereke ne mirovî, ji hest û fikrên mirovantiyê dûr, ji pîvanên pêkvejiyanê bêrî derketinê holê. Kî karibe bi kê, ew xwe li hevdû diceribînin. Nirxên mirovantiyê qels bûne. Hêza tazî, tûndî ketiyê şûna maf û nirxên mirovan. Em dibînin ku her roj mafê jiyanê binpê dibe. Kurd tên biçûkkirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên Kurdan dibin. Nijadperestên Tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan Kurdan dikûjin, êrîşî Kurdan dikin, wana birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “Tirkîtiya” xwe kirine.

Ev helwesta li dijî Kurdan divê were şermezarkirin û Kurd li hemû deveran xwedî li hevdû derkevin. Kurd li ku bin, bila xwedî li birayên xwe yên Kurd derkevin. Bila Kurd hevdû tenê nehêlin.

Gelek caran ev êrîşên nijadperest bi hincetên ziman, muzîk an jî nasnama Kurdan tên kirin. Nijadperestên Tırkan hebûn û nirxên Kurdan hîna jî napejirînin. Dûrî rastiyên civakê ne. Qala biratiya hezar salan dikin lê hîna ji tu nirxên Kurdan di qanûnên xwe de qebûl nekirine. Armanca wana, siyaseta wana li ser pişaftina Kurdan ava dibe. Dixwazin Kurdan têk bibin. Kurdan tunebikin. Kurd çiqasî li dijî pişaftinê li ber xwe didin, nijadperestên Tirkan ewqasî ji mirovanî, aqil, zanabûn û nirxên hemdemî bidûr dikevin. Kurd çiqasî cîz nebin, nijadperest ewqasî hartir dibin. Ji ser xwe diçin, çavsortir dibin. Lê ev helwesta wana, helwesteke vingîvala ye! Kurd di vê pirsê de wê tu caran dev ji ziman, nasnamê û nirxên xwe bernedin. Ew hebûna Kurdan e. Em Kurd divê bi hişmendî wan nirxên xwe yên netewî biparêzin û doza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî, bi hevbeşî xwedî lê derkevin. Gava ku zimanê me bû zimanê perwerde û zimanê fermî, di qanûnan de jî hate pejirandin, gelek hincetên beradayî ji holê radibin. Di van pirsan de divê Kurd yêkrêziya xwe ava bikin, bi yek dengî wan nirxan derxînin rojeva siyasetê û dozê li hemû aliyan bikin ku ziman û nasnama Kurdan bê qebûlkirin.

Di vê navê re em bangî Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Hundir, Wezirê Dadê, rayedarên dewletê, partiyên mixalefetê, saziyên sivîl û medya dikin ku helwesta xwe zelal bikin. Bila hemû alî bi dengekî bilind van êrîşan şermezar bike. Xwedî li mafên Kurdan derkevin. Çareserî di naskirina mafê Kurdan de ye. Ev maf divê werin pejirandin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Yên ku di vê mijarê de bêdeng bimîne, bixwaze, nexwaze şirîkê wan êrişên nijadperestan e. Ji ber ku înkarkirina Kurdan bi xwe jî nijadperestî ye. Nijadperestî jî, tawanekî mirovî ye.

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ

23/07/2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin