PSK: Heta Hurşit Kutler neyê dîtin jiyana tu kesî di ewleyiyê de nîne

PSK: Heta Hurşit Kutler neyê dîtin jiyana tu kesî di ewleyiyê de nîne

Di civateke demokratik de dewlet ji parastina can û malê welatiyan berpirs e

A+A-

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK li ser windabûna Hurşit Kutler ve ku nêzîkê sê meh derbas dibe daxuyanîyek derxit. Daxuyanî weha ye.

”Rêvebirê HDPê yê şaxa Şirnexê Hurşit Kütler ji 27ê Gulanê virda hunda ye. Heta nuha malbata wî serî li Midurê Asayîşê, Walî, Dozgerê Komarê û Fermandarê Jendirme xist. Lê tu encamek derneket. Wezareta Navxweyî di 23ê Heziranê da ragihand ku jibo lêkolîna vê pirsê mifetişek hatiye tayînkirin. Li heta nuha derbarê vê lêkolînê de jî tu daxwuyaniyek belav nebûye.

Li ser windabûna Hurşit Kütler ve nêzîgê sê meh derbas dibe. Malbat û nasên wê derbarê jiyana Kütler da bibe nebe di nava fikarek mezin de ne. Rewşa hanê di heman demê de nîşan dide ku jiyana kesê di ewleyiyê de nine. Ji aliyê din, rewşa Külter salên 90î ku bi kujêrên ne diyar ve hatibûn tarîkirin tîne bîra mirov. Wek tê zanîn, di salên 90’i de raste rast bi destî dewletê li Kurdistanê bi hezaran kujerên ne diyar çêbûbûn û pişt de pirsa Kurd bû gerîneka xwînê.

Di civateke demokratik de dewlet ji parastina can û malê welatiyan berpirs e. Ew rêvebirê dewletê ku dibêjin em ji mêşinek ku li qeraxê Firatê winda bibe mesul in, pêwîst e jibo welatiyê ku winda bûne jî mesuliyetê qebul bikin. Divê bê zanîn ku, welatê ku mafê jiyanê di ewleyiyê de nebe kes nikarê bi bawerî pêşiya xwe mêzeke. Di welateke usa de ne aştî, ne aramî ne jî biratî dibe.

Beriya ku êş û travma zêdetir nebin, divê Hurşit Kutler were dîtin û eqûbata wî zelal bibe.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin