PSK: Divê Bekîr Topgîder Herçi Zûtir Bê Azad Kirin

PSK: Divê Bekîr Topgîder Herçi Zûtir Bê Azad Kirin

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) li ser girtina damezranerê PSKê û rêvebirê Yekitîya Komelên Kurdistan Li Elmanya-KOMKARê Bekîr Topgîder daxuyanîyek ji raya giştî re parve kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) li ser girtina damezranerê PSKê û rêvebirê Yekitîya Komelên Kurdistan Li Elmanya-KOMKARê Bekîr Topgîder daxuyanîyek ji raya giştî re parve kir.

 

Di daxuyanîya xwe de PSK wiha got:

“Yek ji damezranerê Partîya me û rêvebirê Yekitîya Komelên Kurdistan Li Elmanya-KOMKAR Bekîr Topgîder hat girtin.

 

Bekîr Topgîder roja seşemeyê hefteyê çûyî, gava ji serdana malbata xwe vedigerîya, li Kovancilarê hate girtin. Paş hefteyek pirs û lêgerîn, duhî, (roja sêşeme) bi tohmeta endam bûn û propagandaya PKK/KCK biryara girtinê jêra hat dayin. Hevalê me niha li zindana Ankara ye.

 

Bekîr Topgîder damezranerê partîye din e, yek ji rêvabirê KOMKAR e, rêxistineka sîvîl û demokratîk e bi gor zagonen Elmanya hatîye damezrandinê.  Bekîr Topgîder li Elmanya heyamek di lîsteya PPK yên mirînê da bû. Girtin û zindanê kirina Bekîr Topgîderê hanê ne tenê sosretekê huquqî ye, her usa sîyaseta dewleta Tirk destnişan dike. 

 

Dewleta Tirk her kesek, ku behsa Kurd û mafê Kurdan bike, wekî endam bûn û propagandaya rêxistina “terorîst”a  PKK/KCK qelem dide, ku ev yêka hanê bûye sîyaseta fermî a dewletê ye. Sazîyên dadigehê jî bi gor vê sîyasetê biryara girtina gelek Kurd dide û bi awayî rê li ber tundûtijîyê xweştir dike.

 

Em bi tundî girtina hevalê xwe Bekîr Topgîder mehkum dikin û banga hemu kes û sazîyên, ku aligîrên heq û adalet in dikin, ku dengê xwe dijî girtina Bekîr Topgîder bilind bikin.

 

Em banga hikumeta Elmanya û sazîyên din yên fermî dikin, ku bona azad kirina Bekîr Topgîder kar û xebatê bikin.

 

Bekîr Topgîder Tenê Nîne!”

 

20 Mijdar 2019

 

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin