PSK: Destêwerdanên Ne Rewa Li Ser Deskeftên Neteweyî Xeter e 

PSK: Destêwerdanên Ne Rewa Li Ser Deskeftên Neteweyî Xeter e 

.

A+A-

Bûroya çapemeniya PSKê daxuyaniyek belav kir û ragehand ew li dijî destwerdanên li ser herêma Kurdistanê ne. 

Daxuyaniya PSKê waha ye:

Demek ku li navçeyê pêşhate û rûdanên giring rûdidin, alozî mezin û berfirehtir dibin.

Dagirker û dijminên Kurdistanê Jibo jinavbirina deskeftên Kurdan vê rewşê bo xwe wek derfetek zêrîn dibînin û bo vê mebestê kar û çalakiyên jibo têkdana aramî û ewlehiya Herêma Kurdistana Federe zêde kirine, nexasim piştî li hev têgehiştin û diyaloga ku di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa federal da bo çareseriya kêşeyên hilpesartî yên destûrî di seri da yên xala 140 ya destûrê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyek ve rû bi rûyê bandora encamên pandemiya Covîd 19, qeyrana aborî ku niha hemû Iraqa Federal girtiye ji aliyek dî ve bo parastina deskeftên neteweyî, dabîn kirina ewlehî û seqamgîriya Herêma Kurdistan û çareser kirina kêşeyên xwe ligel Hikumeta Federal mijûl e, êrîş û gef li ser hatine zêde kirin.

Yek ji babetê giring ku xesarên şerê DAİŞê hêlane, rewşa Şengalê ye ku Kurdên Êzidî ketine ber êrişên qirkirinê ku birînek kûr di dilê gelê Kurd da vekiriye. Piştî rizgar kirina Şengalê ji bindestê DAİŞê li ser destê Pêşmergeyên Kurdistanê di 2015an da, heta niha hêj jî ewlehiya wê nehatiye dabîn kirin ku bi hezaran malbatên Kurdên Êzidî yêd wê deverê wekî penaber di kampan di bin xîvetan da dimînin û nikarin vegerine ser cih û warên xwe. Her wesa piştî bûyera 16 Oktoberê rewşa ku li wê deverê hatiye pêş, bûye astengek mezin li ber ava kirina Şengalê.

Bo ava kirina Şengalê û vegerandina Kurdên Êzidî ji derbederiyê di çarçoveya diyaloga Hewlêr-Bexdayê di bingehê destûrê de rêkeftinek di navbeyna Hikumeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya Iraqê da, bi çavdêriya NY hate imze kirin.

Ev rêkeftin bûye cihê dilxweşiya xelkê herêmê. Amerîka, Frensa, Germanya û gelek dewletên dî pêşwaziya vê rêkeftinê kirine. Û hêviyek peyda kiriye ku ew navçeyên dî yên Kurdistanî ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistan mane, ku dikevine nav xala 140 ya destûra Iraqa Federal jî bi dû da bêt.

Di serî da dewletên dagirker, milîsên Heşdî Şeibî û PKK li dijî vê rêkeftinê derketine. PKK bi aşkira serweriya Herêma Kurdistan binpê dike û bo êrişên dagirkeran rê xweş dike. Herêma Kurdistan serokatî, parleman û hikumeta xwe ya meşrû heye. Hêza xwe ya bergiriyê Pêşmergeyên bi ser wezareta xwe ve hene.  Lazim e herkes, alî û hêzên siyasî rêz lê bigrin.

Em bang li PKK ê dikin dest ji vê siyaseta xwe ya şaş berde.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK piştevaniyê li çareseriya destûrî dike.

Xwazyarê çareseriyek aştiyane û demokratîk e.

Deskeftên neteweyî yên Başûr yên hemû Kurdan e û divê biparêzin.

30.10.2020

Bûroya Çapemeniya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin