Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin

Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin

Polîs tevî kuçikên xwe bi ser malbata Yilmaz de girtin û îşkence kirin. Derket holê ku polîsan li ber çavê zarokan bi kuçikan îşkence li dayik û bavê zarokan kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Amedê di 30’ê gulanê de li navçeya Rezan polîsê bi navê Atakan Arslan hatibû kuştin. Têkildarî kuştina polîs li navçeya Rezanê polîsan bi ser gelek malan de girtibû. M.E.C. û F.A. di serdegirtina malan de ji ber kuştina polîs hatin binçavkirin. Li Emniyeta Amedê îşkence li M.E.C. hat kirin û li ser medya civakî belav bû. Polîsan bi ser kirêvanên pîrika M.E.C. de jî digirin. Polîs deriyê malbatê Ş. Yilmaz û M.Yilmaz ên hevjînên hev in dişîkinin û dikevin malê. Polîs di kêliya di serdegirtina malê de polîsan berî hundir didin û lêgerînê pêk tînin. Kuçikên polîsan li ferdên malbatê îşkenceyê dikin. Wêneyên îşkenceya kuçik û polîsan li malbatê kiriye derketin holê.

 

RAPORA ÎŞKENCEYÊ

 

Piştî polîs ji malê derketin û çûn xwediyê malê diçin Nexweşxaneya Selahattîn Eyûbî û rapora îşkenceyê werdigirin û pişt re diçin Navenda Polîsan a Rezanê û giliyê polîsan dikin. Di îfadeyên ferdên malbatê de jî tê dîtin ku laşê wan birîn û reş û şîn bûye. Kuçikan laşê ferdên malbatê gez kirine û kirine birîn.

 

‘JI TIRSA MIN XWE LI PIŞT DERÎ VEŞART’

 

M. Yilmaz di îfadeyên xwe de dibêje polîsan nîvê şevê bi ser mala wan de girtiye, deriyê wan şikandine û ew ji tirsa polîsan xwe li odeyê li pişt derî veşartiye. M. Yilmaz di îfadeyên xwe de aniye ziman ku polîs bi kuçikan bi ser malê de girtine û polîs û kuçikan bi hev re êrişî wan kirine û îşkence li wan hatiye kirin. M. Yilmaz da zanîn ku dema polîsan lêgerîn û îşkence li wan dikir polîs henekê xwe dikirin û bi wan dikeniyan. M. Yilmaz got li ber çavê zarokan îşkence li wan hat kirin û ji wê rojê ve zarokên wan ditirsin.

 

GOTINE VIYA M.E.C. YE Û LÊ DANE

 

Ş. Yilmaz jî da zanîn ku polîsan gotiye viya M.EC’ye û lêdin. Ş. Yilmaz diyar kir polîsan kêliyek dirêj îşkence pê kirine û wî ji taqetê de xistine. Ş. Yilmaz got polîsan bi pehîn, kulm û qûndaxê çekên xwe lê dane. Ş. Yilmaz da zanîn ku polîsan bi zanebûn kuçikan dida êrişkirin û kuçikan êriş dikir û polîsan jî temaşe dikir.

 

Ş. Yilmaz got polîsan destûr nedaye ew li serwîsa Lezgîn 212 û li xizmên xwe bigerin.

 

GILIYÊ POLÎSAN KIRIN

 

Parêzerê malbata Yilmaz, Selameddîn Varol jî da zanîn ku piştî miwekîlên wî li emniyetê giliyê polîsan kirine û pişt re çûne serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane û giliyê polîsan kirine.

 

Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye

Walîtiya Amedê ragihand ku wan derbarê îşkenceya kuçikên polîsan ku li malbata Yilmaz kiriye lêpirsîn daye destpêkirin û îdia kir ku xwediyê malê Şêyhmûs Yilmaz pihîn li kuçikê daye û li ser vê yekê kuçik jî “refleks” nîşan daye.

 

Walîtiya Amedê têkildarî serdegirtina polîsan li gel kuçikan a bi ser mala Şêyhûm Yilmaz û Menîce Yilmaz ên hevjînên hev de girtiye û bi kuçikan ku îşkence li ferdên malbatê kirine daxuyanî da. Walîtiyê îdia kir ku Şêyhmûs Yilmaz di kêliya serdegirtina malê de pihîn li kuçikê operasyonê daye û kuçik jî êrişî wî kiriye. Walîtiyê ragihand ku li ser gilîkirina malbata Yilmaz ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Walîtiyê îdia kir ku ji ber xwediyê malê Şêyhmûs Yilmaz pihîn li kuçikê daye û li ser vê yekê kuçik jî “refleks” nîşan daye.

 

MA

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin