Polêsên Îranê 3 xwepêşandêr kuştin!

Polêsên Îranê 3 xwepêşandêr kuştin!

Hêzên ewlekariyê yên Îranê bi guleyan êrîşî xwepêşanderên bajarê Kazrûn ê ser bi Şîraz kirin û di encam de çend xwepêşander hatin kuştin û birîndar bûn.

A+A-

Li gor medya Îranê, di xwepêşandanê de kesek hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne. Lê Kampanya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di encama gulebarankirina polîsên Îranê de zêdeyî 3 welatî hatine kuştin û hejmarek welatî jî hatine girtin.

 

Doh êvarê welatiyên bajarê Kazrûn ê Îranê carek din dijî rewşa aborî ya nebaş a welat û siyaseta şaş a hikûmetê li hemberî welatiyan, daketin meydanan. Hêzên Îranê jî dijî xwepêşanderan çek bikar anîn.

 

Xwepêşandana welatiyên Kazrûn yê Îranê ji meha Nîsanê ve berdewam e û yek ji xwepêşandana wan a herî berfireh jî di nimêja Îna borî de pişta xwe dabûn mele û slogana 'pişta me li dijmin û berê me li niştîman e' bilind kiribûn.

 

Di xwepêşandanê de polîsên Îranê gule li xwepêşanderan reşandin û xwepêşanderan jî agir berdan navendeke polîsan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin