Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertîya PZKê vekir

Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertîya PZKê vekir

.

A+A-

Roja 13.10.2021'an Platforma Zimanê Kurdî-PZKê bi beşdarîya gelek welatparêz û piştgirîya gelek partîyên Kurdistanî, dezhegên sivîl  li Batmanê li hola Genel-Işê civînek pêkhanî.

PZK Batman bi beşdarîya nûnerên PAK , PDK Bakur, HDP, Komela Ahmedê Xanî, Komela Nûbihar, Arî Der  Eğit Sen û hin rewşenbîran ve  hat damezrandin.

Her sê berdevkên PZKyê Şerefxan Cizîrî, Vahit Aba, Zeyyat Ceylan  di damazrendina PZK ya Batmanê de amede bûn.

Di vê civîna damezrandinê de berdevkê PZK Şerefxan Cizîrî di derbarê kar û xebatên PZKê û armanca vekirina nûnertîyên li bajarên Kurdistanê axivî.

Ş. Cizîrî got: Xebatên PZKyê 3 sal berê li Dîyarbekirê destpêkir. Ji bo ku em karên PZKyê çalaktir û berfirehtir bikin,  ji bo ku em bikaribin xwe bigihînin hemî malên kurdan, me biryar daye  heta ku taqeta me dest bidê,, emê nûnertîyên xwe li bajar û bajarokên Kurdistanê vekin".


Ş. Cizîrî weha dewam kir: " Li gor qaweta xwe, bi sebir  emê hewl bidin ku li seranserê Bakûrê welatê xwe, nûnertîyên xwe vekin. Do em li Mêrdînê bûn, îro bi beşdarî û şahidîya we welatperweran li vir li Batmanê em nûnertîya xwe vedikin. Di rojên pêşya me de, di dorê de Semsûr, Wan, Riha û Şirnex hene".

Herwiha; desteya PZKyê ku di civînê de amadebûn, her yek ji wan ji alîyê xwe ve anîn ziman ku: Heta zimanê kurdî bibe xwedî statû, heta di makezagona Tirkîyê de cîyê xwe bigire, ji baxçeyê zarokan bigire, heta zankoyan bibe zimanê perwerdê, heta di hemî dem û dezgehên hikûmî de bibe zimanê asayî ewê xebatên xwe bidomînin.

Di dawîya bernameyê de Ş.Cizîrî wiha got:“Me li ser 2 esasên bingehîn dest bi xebatên xwe yên Platformê kirin. Ya yekemîn perwerdeya bi zimanê kurdî û ya duyemîn jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî ya perwerdeyê ye. Pêwîste di hemû sazî û dezgehên dewletê de zimanê kurdî were axaftin û pejirandin. Bi taybetî ji divê ji helînê zarokan heyanî zanîngehê perwerdeya bi zimanê kurdî were dayîn.” 

Cizîrî di dawiya axavtina xwe de destnîşan kiriye ku heta zimanê kurdî bibe xwedî statû ewê li ber xwe bidin û xebatên xwe bidin berdewamkirin.

Platforma Zimanê Kurdî-PZK, di sala 2018 de bi beşdarîya gelek welatparêz, zimanzan, sîyasetmedar û bi piştgirîya 9 partîyan bi armanca xwedîlêderketin, pêşvexistin û gîhandina statûyekî yasayî ji bo zimanê kurdî, li bajarê Dîyarbekirê ava bû.

Rûpela Nû/Batman
13.01.2021

z-004.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin