Platforma Zimanê Kurdî ji Diyaneta Tirk daxwaza xizmeta bi zimanê Kurdî kir

Platforma Zimanê Kurdî ji Diyaneta Tirk daxwaza xizmeta bi zimanê Kurdî kir

Platforma Zimanê Kurdî ji Diyaneta Tirk daxwaza xizmeta bi zimanê Kurdî kir

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî daxwaznameyek ji Serokatiya Diyaneta Tirkiyê (Serokatiya Karûbarên Olî) re şand û xwest, xizmetên olî yên bi tirkî bi kurdî jî bidin. 

Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kiriye, xizmetên ku bi tirkî dide li bakurê Kurdistanê jî bi kurdî bide ku daxwazanameyek di vê derbarê de, bi rêya poste û e-maîlê ji Serokatiya Karên Diyaneta Tirkiyê re şand.

Paltforma Zimanê Kurdî, di daxwaznameya xwe de bi çend ayetên Qûranê bal kişandiye ser girîngiya xizmetên olî yên pirzimanî û bi zimanê kurdî û wiha gotiye:

“Cudabûna ziman û rengan ji ayetên Xwedê ye. Ji bo ku her misilman olê baştir fêm bike, fêrbûna bi zimanê dayikê mafê bingehîn e. Dema ku me li rewşa nêzî 30 milyon kurdên vî welatî ku zêdetirî wan misilman û şafî nêrî dît ku nikarin di çarçoveya ayet û hadîsan de xizmeta olî bigirin. Lê li bajarên kurdan di mizgeftan de hemû xizmetên olî bi tirkî û li gorî mezhebê Henefî ne.

Kurd li tu mizgeftê xizmeta weaz û xutbeyên înê bi zimanê xwe yê dayikê û li gor mezheba xwe nagirin. Zarokên kurdan li qursên Qûranê nikarin bi zimanê dayika xwe Quranê fêr bibin. Jin, zilam, pîr û zarokên kurd ên dibistan nexwendine ji derveyî zimanê xwe yê dayikê zaravayên kurmancî û kirmançkî tu zimanên din nizanin. Ji ber vê yekê kurdên ku tirkî nizanin xizmeta li mizgeftan tê dayîn nagirin. Ji ber vê yekê di çarçoveya mafê xizmeta olî girtinê de hem li gor mafên mirovan ên gerdûnî, hem mafên zarokan û hem jî mafê welatîbûyînê de em dixwazin ku xizmeta olî çawa ji civaka tirk û mezhebê Henefî re tê dayîn bila heman xizmet ji kurdan û mezhebê şafî re jî bê dayîn.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin