Piştî Erdogan Çavuşoglu jî gefa êrîşan li Rojavayê Kurdistanê xwar!

Piştî Erdogan Çavuşoglu jî gefa êrîşan li Rojavayê Kurdistanê xwar!

.

A+A-

Piştî gefên çend roj berê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo destwerdana leşkerî, Wezîre Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser êrîşên dijî hêzên Tirkiyê û komên çekdar  gef li hêzên Rojavayê Kurdistanê xwar.

 Çavusoglu ji êrîşên ku leşkerên wan hatine kuştin Rûsya û Amerîka berpirsiyar dît û got “Ji bo ku YPGê ji van herêman bê paqijkirin, çi ji destê me bê em ê bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê operasyoneke li ser Rojavayê Kurdistanê de wiha axivî: “Di êrîşên YPGê de berpirsyariya Rûsya û Amerîkayê jî heye. Ji bo ku YPGê ji van herêman bê paqijkirin, çi ji destê me bê em dê bikin. Ji ber ku Amerîka û Rûsyayê soza xwe bi cih neanîne, ya ku divê em bikin ev e ku em navika xwe bixwe bibirrînin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî pêr 11ê Cotmehê di civîna kabîneyê de, li dijî Rojavayê Kurdistanê gef xwaribû û gotibû: “Ew bi biryar in gefên ku ji Sûriyê tên ji holê rakin. Êrîşa herî dawî ya li dijî polîsên me û tacîzên ku axa me dikin hedef, êdî sebra me nehiştiye. Ji bo ku van pirsgirêkan di zûtirîn dem de çareser bikin, em dê gavên pêwîst bavêjin.”

Hêjayî gotinê ye, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) red kiribû ku 10ê Cotmehê ji aliyê wan ve ti êrîşek bi ser hêzên Tirk de ku 2 leşkerên wan hatibûn kuştin, hatiye kirin. Herwiha di daxuyaniya wezareta navxwe ya Tirkiyê de jî nehatibû diyarkirin bê êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin ku ew dever di bin kontrola Rûsyayê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin