Piştgirên PAKê Li Swêdê: "Em xwedî li federasyona xwe derkevin"

Piştgirên PAKê Li Swêdê: "Em xwedî li federasyona xwe derkevin"

Îro li bajarê Eskilstuna Kongreya Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê dar ket. Ji ber vê munasebetê PAK-Swêd (Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Swêdê) bir û rayên xwe di derbarî rewşa federasyonê û pêşeroja wê pêşkêşî kongreyê kir.

A+A-

Îro li bajarê Eskilstuna Kongreya Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê dar ket. Ji ber vê munasebetê PAK-Swêd (Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Swêdê) bir û rayên xwe di derbarî rewşa federasyonê û pêşeroja wê pêşkêşî kongreyê kir.

pak-2-006.jpg

Em xwedî li federasyona xwe derkevin

Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê (FKKS), di 8ê tebaxa 2020an de kongreya xwe ya asayî di rewşeke dijwar ya pandemîya Covid-19 (Korona) de li bajarê Eskîlstunayê çêdike.

Ev kongre ne bi tenê sedema pandemîya Covîd-19, lê herweha ji alîyê hejmara komeleyên endam û temsîlîyeta civata kurd li Swêdê jî wisa xuya ye ku wê bibe kongreya herî qels ya dîroka 40 salîya FKKSyê. 23 komeleyên endamên Federasyonê hene û bi beşdarîya nûnerên 12 komeleyên endam û nûnerên tabîî wê kongre pêk were.

Ev rewş bi xwe sedemeke girîng e ku civata Kurdîstanîyên li Swêdê divê rewşa FKKSyê baş binirxînin û ji bo nûkirin û xurtkirina avahîya rêxistin/struktura rêxistinî û awayên xebatên FKKSyê ji xwe re rêyekê peyda bikin.

Sîstema endametî û hiqûqa navxweyî ya FKKSyê ya îroj, her çendî di van salên bihûrî de hin guherandinên biçûk hatibin kirin jî, lê ya 1986an, a 34 sal berê ye. Di van salan de hem civata Kurdistanîyan li Swêdê, hem li Swêdê bi xwe û hem jî li seranserî cîhanê guherandinên mezin peyda bûne. Globalîzm û teknolojîya komunîkasyon û agahdarîyê (IT) di awayên xebat û birêxistinbûyînê de îmkan û rêyên nû derxistine.

Ji bo miletekî bê dewlet li welatên xerîb, pêwîstî bi rêxistinên sivîl yên demokratîk û temsîleke fireh heye.

Avahîya rêxistinî, awayên xebatê, firehî û struktura temsîlî û rêveberîya FKKSyê ya heyî bi vî halê xwe û hiqûqa/destûra xwe ya rêxistinî têrî vê pêwîstîyê nake.

FKKS, bi guherandina şexsan/organan nikare van problemên xwe yê bingehîn çareser bike.

Loma jî, em wek Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Swêdê bang li hemû nûnerên Kongreya FKKSyê û hemû kurdên elaqeder dikin ku bi munaqeşeyeke avakar, biryarên lêgerîna nûkirin û xurtkirina avahîya rêxistin/struktura rêxistinî û awayên xebatên FKKSyê bê girtin û dema/peryoda pêş ji bo vê armancê rê û metod bên peydakirin da ku FKKS ji van probleman xelas bibe û bi awayekî nû, xurt û bi guherandinan re guncandî bê avakirin!

FKKS bi vî awayî dikare mîna gelek salên berê ya di dîroka xwe ya 40 salî de pêk anîye, dîsa rabe ser pîyan û mîna temsîlkarê mîlletekî bê dewlet di xizmeta neteweya kurd, civata kurd li Swêdê û hemû Kurdîstaniyan û tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de kar û xebatên xwe bi rê û awayên nûjen bi rê ve bibe.

Bi raya me di vê kongreyê de kî were hilbijartin jî, komîteya ku were avakirin wê bi serê xwe nikaribe 2 salan federasyonê bi rê ve bibe. Ji bo wê, wek ku me di hevdîtinên bi hêlên cûda re kiriye de em pêşnîyar dikin:

1- Komîteya nuh herî dirêj ji bo salekê bê hilbijartin.

2- Hevkarîyeke xurt bi partî û rêxistinên siyasî re, komeleyên meslegî, kesayetên di 40 salên federasyonê de rolên erênî lîstine re bê danîn, Bi wan re çend komîteyên kar bê avakirin, komeleyên heyî bên xurtkirin, li herêmên ku komele tune, lê pêwistî û îmkan hene bên danîn,

3- Federasyonên din yên kurdan re bi destûreke nuh ku hemûyan karibe himbêz bike û bi kurtî li riya yek rêxistineke sîwanî bê gerandin.

Em bi van baweriyên xwe ji Kongreya FKKSê re serketinê dixwazin û hêvî dikin ku biryarên avakar li ser minaqeşeyên avakar bibe encama kongreya FKKSyê.

PAK-SWÊD

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Swêdê

07.08.2020, Stockholm

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin