Pirtûka Receb Dildar “Dojeh” derket

Pirtûka Receb Dildar “Dojeh” derket

Pirtûka nivîskarê Kurd Receb Dildar a bi navê “Dojeh” ji Weşaxaneya Dara hat çapkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pirtûka helbestvan û nivîskar Receb Dildar “Dojeh” a derbarê zîndana Amedê de ku ji 104 rûpelan pêk tê, hat belavkirin.

Receb Dildar bîranînên xwe yên Zîndana Amedê kirîye pirtûk.

Nivîskarê Kurd di xaleke romana xwe de dibêje: “Zindan, mirov dixîne, mirov dirizîne, tu dibî wek qalikekî pûç. Zindan, qada man û nemanê ye. Yan tu dê ji bo qurtek av û parîyek nan, fermanên wan bi cî bînî, yan jî canê te digrin. Îcar can şîrîn e, herkes nikare canê xwe teslîm bike. Ma em hemû ne wisa ne? Ma em hemû nebûne êsîrê canê xwe yê şîrîn? Em çi dikişînin, ji destê canê xwe dikişînin. Li vê derê, navê mêrxasîyê mirin e, mêrxasîyekî din pere nake.”

Receb Dildar di sala 1958an de li Amerê ji dayîk bûye û dibistana seratayî û navendî li heman bajarî qedandîye.

Di sala 1982an de bo heyama sê salan di Zîndana Amedê de dîmene û piştre ji karê xwe yê mamostetiyê tê dûrxistin.

Yekêm pirtûka helbestan a Receb Dildar di sala 2003ê de bi navê “Kewê Canê” derket. Herwiha 2 pirtûkên çîrokan jî belavkirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin