Pêşniyar ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye kirin

Pêşniyar ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye kirin

Pêşniyara naskirina roja 3 Tebaxa 2014 wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye kirin.

A+A-

Pêşniyara naskirina roja 3 Tebaxa 2014 wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye kirin.

Parlementoya Kurdistanê îro dîsa li ser “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive. Parlemento dê îro wê pêşniyarê pesend bike û bi vî rengî roja 3 Tebaxa 2014 wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” tê ragihandin û her sal ew roj dê bi çalakiyên cur bi cur were zindîkirin.

Di beşek din ya wê pêşniyarê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê tê kirin mexdûrên jenosayda Şingalê qerebû bike.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin pêşniyara “Roja Komkujiya Êzîdiyan” ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatibû kirin, piştî wê firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê pêşniyar amade kiribû û teslîmî serokatiya parlementoyê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin