Pentagonê îdiaya derbarê Patriotê de piştrast kir

Pentagonê îdiaya derbarê Patriotê de piştrast kir

Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, ew sîstemeke berevanîya mûşekî ya Patriot vediguhêzin Iraqê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Pentagonê Sean Robertson derbarê bicihkirina sîstema berevanîya mûşekî ya Patriot li Iraqê ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka sîsteme berevanîyê vediguhêze Iraqê, ew yek jî ji bo parastina Iraqê, hevpeymanan û hêzên Amerîakyê li wan gefên esmanî yên ku li ser binkeyên serbazî yên li Iraqê hene û hêzên hevpeyman lê hatine bicihkirin.”

Sean Robertson dîyar kir, “giring e em têbînîya vê yekê bikin, ku bi sedema wan êrîşên berê bo ser Iraqê hatine pêkanîn , serbazên hevpeymanan, yên Amerîkayê û herwiha Iraqî jî hatine kuştin, hevdem wan êrîş serwerîya Iraqê jî binpê kirine.”

Têkildarî veguhastin û bicihkirina sîstema Patriot jî, Robertson destnîşan kir, niha xebatên wan ji bo bicihkirin û danîna wê sîstemê li Iraqê berdewam in, lê belê ji ber sedemên ewlehîyê ew hûrgilîyan aşkere nakin.

Berdevkê Pentagonê herwiha ji Rûdawê re da zanîn, “berprisên Iraqî agahdarî wê yekê ne ku pêwîstîya me bi vê sîstemê heye.”

Sean Robertson tekez kir, ew derbarê bicihkirina sîstema Patriot de bi berpirsên Iraqê re di têkilî û hevahengîyeke berdewam de ne.

Robertson tekezî li ser pabendbûna Amerîka û hevpeymanan ji bo têkbirina DAIŞê û herwiha piştgirîya li aramî û ewlehîya Iraqê jî kir.

Pêr berpirsên serbazî yên Amerîka û Iraqê ragihandibûn, ku artêşa Amerîkayê sîstema Patriot li Hewlêr û binkeya serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê bicih dike

Rûdaw-Roj Elî Zale

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin