Pentagon: Qezencên Petrolê Dê HSD Bistîne

Pentagon: Qezencên Petrolê Dê HSD Bistîne

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku qezencên petrolê yên li rojhilata bakurê Sûrîyê, ne Amerîka lê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dê bistîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku kompanîyên Amerîka dikarin qadên petrolê yên li rojhilata bakurê Sûrîyê kontrol bikin.

Trump dabû zanîn ku ser gumana jinûve geşbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ), dê jimareke leşkerên Amerîkî li herêmên petrolê yên li Sûrîyê bimînin.

Li herêmê dê çend leşkerên Amerîkî bimînin ne dîyar e, lê Reuters dide zanîn ku kêmtirê 1000 leşker bimînin.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman di preskonferansekê de got ku "Ew qezencên ji vir bo Amerîka naçin, dê bo HSD'ê herin."

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin