Pentagon 170 milyon dolar alîkariyê dide HSDê

Pentagon 170 milyon dolar alîkariyê dide HSDê

.

A+A-

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) bi 170 milyon dolar alîkariya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) dike, û tê çavrêkirin jî îro Kongresa Amerîkayê xerckirina van pereyan pesend bike.

Şandeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi serokatiya Îlham Ehmed Seroka Desteya Cîbicîkara vê encûmenê li Washington DC paytexta Amerîkayê ye û ligel çend endamên Encûmena Nûnerên Amrîkayê ji herdû partiyên Komarî û Demokrat civiyane û derbarê pereyên terxankirî yên Amerîkayê bo HSDê de gotûbêj kirine, ku nêzîkî 170 milyon dolarî ye û ji aliyê Pentagonê ve hatiye pêşniyarkirin.

Pentagonê nêzîkî 170 milyon dolar bo alîkariya HSDê terxan kiriye, ev alîkarî jî ji bo pêşxistina şiyanên serbazî û ewlekariya HSDê û dabînkirina pêwîstiyên xelkê ye, ku bi gotina Pentagonê dibin sedema aramiya demdirêj a navçeyê.

Ev pereyê terxankirî beşek e ji bûdceyê Pentagonê ya bo sala 2022an ku tê çaverêkirin îro li kongresê bê pesendkirin.

Di civîna endamên MSDê ligel endamên Kongresa Amerîkayê de, şanda MSDê tekezî li ser pêwîstiya berdewambûna alîkariyên Amerîkayê bo HSDê kir ji bo rûbirûbûna DAIŞê û şaneyên wê yên veşartî û herwiha bo astengiyên rûbirûbûna rewşa aloz li kampa Hol a taybet bi malbat û zarokên çekdarên DAIŞê.

Di Îlona 2014an de û di lûtkeya êrişên DAIŞê bo ser Kobanî de, Amerîkayê dest bi alîkariya hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir.

Barak Obama, serokê wê demê yê Amerîkayê ragihand: Zelal e di dema niha de bala me li ser vî şerî ye ku li parêzgeha Enbarê heye û em gelek jî dilgiran in derbarê rewşa nav bajarokê Kobanî û derdora wê. Ev jî amaje ye bo gefa DAIŞê li Iraq û Sûriyê û bombebarana hêzên Hevpeyman jî li herdu navçeyan berdewam e.

Piştî şerê Kobanî, alîkariyên Amerîkayê bo hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û paşê jî bo HSDê ku Kurd û YPG pêkhateya wê ya sereke ye, berdewam bûn. Niha jî Amerîkayê li hin navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de, xwedî hêza serbazî û binkeyên serbazî ye û alîkariyên xwe bo HSDê didomîne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), pêkhateya wê ya sereke ye, di 10ê Cotmeha 2015an de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin. Ji bilî Kurd, endamên ji pêkhateyên Ereb, Kirîstiyan û Turkmen jî di nava wê hêzê de ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin