Pence, piştevaniya Amerîkayê bo Kurdistanê dubare kir

Pence, piştevaniya Amerîkayê bo Kurdistanê dubare kir

Di peywendiya telefonî de Pence piştevaniya Amerîkayê bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dubare kiriye.

A+A-

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peywendiyeke telefonî encam dabûn.


 

Koşka Spî derbarê peywedniya telefonî ya Cîgirê Serokê Amerîkayê û Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.


 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di wê peywendiya telefonî de jibilî gotûbêjkirina têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, asayîşa Herêma Kurdistanê, hewldanên pêkanîna seqamgiriyê li herêmê û vegera awareyan bo cih û warên wan, ji mijarên vê peywendiya telefonî bûn.


 

Herwiha hatiye gotin ku Mike Pence û Nêçîrvan Barzanî, êrişên li ser Kurdên Êzidî bibîr xistine û ew lihevkirina derbarê rêlibergirtina jinûve derketina DAIŞê, teyît kirine.


 

Pence di vê hevîdtinê de nîgeraniyên xwe yên derbarê, ‘têkbirina asayîş û aramiya Iraqê bi destê milîsên bi ser Îranê ve’ anîne ziman û diyar kiriye Amerîkayê dê ji bo kêmkirina karîgeriyên van grûpan li Iraqê, gav biavêje.


 

Pence piştevaniya welatê xwe bo çareskirina kêşeyên di her warî de yên navber Hewlêr û Bexdayê de dupat kiriye.


 

Herwiha pêşvebirina peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û hevbeşiya di navbera herdu aliyan jî beşek bûne ji wê peywendiyê.


 

Serokatiya Herêma Kurdistanê, duh bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku Serok Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di peywendiyekî telefonî de rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê nirxandin û tekezî li ser berdewamiya hevbeş a Amerîka û Herêma Kurdistanê û girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraq û hebûna mekanîzmekî hevbeş ya ji bo vê mebestê, bi alîkariya Amerîka ya ji bo rûbirûbuna metirsiyên serhildana terorê kirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin