Pederson bang li Tirkîyê kir ku pabendî agirbestê be

Pederson bang li Tirkîyê kir ku pabendî agirbestê be

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî (NY) bo Karûbarên Sûrîyê Geîr Pederson bang li Tirkîyê kir ku pabendî agirbestê bibe li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha Komîteya Destûra Sûrîyê jî heta 25ê Mijdarê navber da civînên xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Civînên Komîteya Destûra Sûrîyê piştî hefteyekê îro bi dawî bûn û piştî civînê Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî (NY) bo Karûbarên Sûriyê Geîr Pederson konferanseke rojnamevanîyê saz kir û derbarê xebatên nivîsandina destûra Sûrîyê û herwiha rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên Tirkîyê de axivî.

Li ser pirsa rojnamevanekê ya, “Di dema birêveçûna van civînan de, Tirkîye li ser êrişên xwe berdewam e. Gund û bajar tên wêrankirin, gelo we di van civînan de ev êriş şermezar kirin? Rêjeya Kurdan di komîteyê de çi ye?” Geîr Pederson got, “Em di nav komîteyê de dengê Kurdan bi zelalî dibihîzin û weke me berî niha jî gotîye, min jî û sekreterê giştî jî, me derbarê rewşa mirovî ya li Sûrîyê daxuyanî dan.”

Herwiha Pederson got, “Weke berê ez careke din bi awayekî lezgîn banga agirbestê dikim û daxwaz dikim ku pabendî bi agirbestê bê nîşandan.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin