PDK: Hevtêgehîştineka baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye

PDK: Hevtêgehîştineka baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye

Seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê ragihand, hevtêgehîştinek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye û ji bilî rêkeftinê ti çareyek din nîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parlementera kurd û seroka firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Vîyan Sebrî ji BasNewsê re got, şanda hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ye da ku bi berpirsên Iraqî re rêkeftin û çareyeka giştî bo tevahîya arîşeyên asêmayî yên Hewlêr û Bexdayê bibînin. Ev pirsgirêk 15 sal in kom bûne bi taybet mijarên mîna neft, gaz, bûdce û deverên Kurdistanî.

Vîyan Sebrî her wiha got, niha hevtêgehîştinek baş di navbera her du alîyan de çêbûye. Her du alî gihîştine wê bawerîyê ku ji bilî rêkeftinê ti çareyek din li pêşîya wan nîne.

Seroka firaksyona PDKê anî ziman ku armanca Herêma Kurdistanê ew e bi Bexdayê re li ser bingeha Destûrê bigihê rêkeftineka giştgîr, ji ber ku berjewendîya her du alîyan jî di vê yekê de ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin