Paul Bremer: Amerîkayê li Iraqê şaşî kir û derî ji Îranê re vekir   

Paul Bremer: Amerîkayê li Iraqê şaşî kir û derî ji Îranê re vekir  

.

A+A-

Hakimê berê yê medenî yê Amerîkayê li Iraqê Paul Bremer, şaşîtiyên Amerîkayê yên biryara vekişîna ji Iraqê û dibêje, “Dema di sala 2011an li ser biryara Serok Amerîka Barack Obama vekişiya, şaşîtiyeke mezin kir û derî ji Îraniyan re vekir ta ku Iraqê kontrol bikin.”

Paul Bremer di hevpeyvîna ligel K24ê de dide zanîn, Kurd xwedî devereke aram in, lê pirsgirêk ew e ku Iraq şaş bi kurdan têgihîştiye û difikire ku kurd dixwazin Iraqê parçe bikin.

Bremer li ser mijara serxwebûna Kurdistanê jî got: “Ez bawer nakim ku di demeke nêzîk de ew xewn pêk were. Welatên cîranên we li dijî vê armancê ne.”

Bersivên hakimê berê yê medenî yê Amerîkayê li Iraqê Paul Bremer wiha ne:

Amerîka ji bo çi şerê Iraqê kir û 4 hezar leşker hatin kuştin, lê niha Îran xwedî hejmûneke zêdetir e?

Paul Bremer: Amerîka bi awayekî netemam ji Iraqê derket, bi wê re jî valahiyeke ewlehiyê çêbû. Dema di sala 2011an li ser biryara Serok Amerîka Barack Obama vekişiya, şaşîtiyeke mezin kir û derî ji Îraniyan re vekir ta ku Iraqê kontrol bikin. Serok Obama piştre zanî ku biryara wî şaşîtiyeke mezin bû.

Li gorî we Amerîka niha kar ji bo nehîştina hejmûna Iranê ya li Iraqê dike?

Paul Bremer: Pirs ew e ku Serok Biden çi plan dike. Ez nizanim ka dê siyaseta Biden ji bo Iraqê çi be, lê belê divê cezayên li ser Îranê berdewam bin, ji ber ku bûye sedema nearamîyê li navçeyê.

Bi nêrîna divê Joe Biden çi bike?

Paul Bremer: Biden divê zû hişyar be û bizane Îranê çi dike. Divê Ewropa jî ji bo danîna cezayê li ser Îranê bîne pêş. Divê li dijî Îranê hevahengiyê ligel hevpeymanên ereb û welatên navçeyê re bike. Ev yek dikare zextê li Îranê bike.

Te got qey niha Iraq wê bi vî rengî be?

Paul Bremer: Ez ji tiştên ku niha diqewimin bi fikar im, me qet ew pêşniyaz nekirin. Rewşek ku ne di berjewendiya ti aliyekî de ye dirust bûye. Li Iraqê hevahengî nemaye û tundûtûjî zêde bûye. Me pêşniyaz nedikir ku bigihe vê rojê. Anîna milîsên ku Îran piştgiriya wan dike di bin sîwana Iraqê de xirab e û ti aliyek vê yekê naxwaze.

Ji bo çi Iraq mafên kurdan nade?

Paul Bremer: Kurd xwedî devereke aram in. Serkirdayetiya kurd dixwest Iraqeke federal ava bike û deng li ser destûrê bide. Pirsgirêk ew e ku Iraq şaş bi kurdan têgihîştiye û difikire ku kurd dixwazin Iraqê parçe bikin.

Bi nêrîna we rêveberiya nû ya Amerîkayê çi li komên mîlîşyayên Iraqê bike?

Paul Bremer: Divê hikûmeta Amerîkayê bi hevkariya hikûmeta Iraqê komên çekdar bêçek bike ji ber ku girêdayî Îranê ne û bûne sedema bêaramiyê.

Siyasesta Biden li hember kurdan çawa dibe?

Paul Bremer: Biden pêwendiyeke wî ya xurt bi kurdan re heye û hatiye Parlamentoya Kurdistanê. Berî niha behsa hizra dabeşkirina Iraqê bi ser sê welatên Kurd, Sunne û Şî'e de kiriye, lê belê wî di sala 2003 de dev jê berdaye, wî niha mîlîşyayên Îranê dilgiran kirine û dikare kar bike da ku wan bixe bin kontrola Baxdayê de.

Derbarê serxwebûna Kurdistanê de got: “Ez bawer nakim ku di demeke nêzîk de ew xewn pêk were. Welatên cîranên we li dijî vê armancê ne.”

Tu li Iraqê ji ber çi biryara xwe poşman î?

Paul Bremer: Ez 14 mehan li Iraqê hakimê medenî bûm, divê leşkerên me zêdetir bana. Biryara hilweşandina artêş û saziyên leşkerî yên Beis ku wek xwe bi cih nebûn, şaş bû. Ev tê wê wateyê ku hilweşandina saziyên ewlekariyê û hikûmeta Beis şaştiyeke mezin bû. Şaşitiyeke din jî ew bû ku plana Amerîkayê nehat temamkirin û ji Iraqê derket. Stratejiya Amerîka ya li Iraqê wek xwe nehat cibicîkirin.

Hevpeyvîn: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin