Parlamentoya Kurdistanê bo Hesen Nesrullah: Em zêdegavîyê ji ti kesekî qebûl nakin

Parlamentoya Kurdistanê bo Hesen Nesrullah: Em zêdegavîyê ji ti kesekî qebûl nakin

Parlamentoya Kurdistanê bersiva gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah da û ragihand, em bi hemû şêweyekê wan gotinan red dikin û zêdegavîyê ji kesekê qebûl nakin.

A+A-

 Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê gotinên Hesen Nesrullah de, daxuyanîyek belav kir û ew êrişa Emîndarê Giştî ya li dijî Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge hat şermezarkirin.

Di daxuyanîya parlamentoya Kurdistanê de tê gotin, weke parlamentoya Kurdistanê em bi şêeyekê wan gotinan red dikin ku di gotarekê êrişeke ne rewayî birîye ser Serok Mesûd Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku remzên xweragirî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê ne.

Parlamentoya Kurdistanê dîyar dike, “Mixabin berpirsên hizba Hesen Nesrullah beşek bûne ji êrişa nerewa û nedestûrî ku di sala 2017an anîne ser Herêma Kurdistanê. Em weke nûnerên Herêma Kurdistanê wefadar in li beramber her kes û alîyekî ku rojek ji rojan li gel me hevkar bûye. Zêdegavîyê ji ti kes û alîyekê jî qebûl nakin.”

Di daxuyanîyê de amaje bi têkoşîn û xebata hêzên Pêşmerge jî tê kirin li dijî terorê û tê dîyakirin, “Hêza Pêşmerge bû ku bi xwîna xwe efsaneya DAIŞê têk bir bi şêweyekî rasterast û li şûna hemû cîhanê rûbirûyê terorîstên DAIŞê bû û qehremanîyeke mezin tomar kir.”

Herwiha parlamentoya Kurdistanê teqez dike, “Em weke parlamentoya Kurdistan û nûnerên xelkê Kurdistanê jî bê rêzîya li hember hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û li hember her sembolekî netewa me şermezar dikin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi tundî bersiva Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah dabû û jê re gotibû: “Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe derxî, çima şer difiroşî netewekê ku ti pêwendîya wê bi te nîne”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dîyar kiribû, “yê ku Hewlêr û Kurdistan ji gef û metirsîya DAIŞê parastin, Hêza Pêşmerge bû, ne xelkekî din. Ji me re ecêb tê ku tu bi dengekî lerzok û bi awayekî zarokane, êrîş dikî ser Herêma Kurdistanê û rêberê netewekê. Tu ku ew çend sal in te rengê rojê nedîtîye û te di jêrzemînan de xwe veşartîye, bêrêzî û sivikatîyê bi gellekî qehreman dikî. Li cihê vê êrîşa ne di cih de, heq bû ku berevanîyê li vê netewa bindest bikî ku çendîn sal e zulm û zor lê tê kirin.”

Li alîyekê din Dije Terora Kurdistanê jî di daxuyanîyekê de bersiva Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê dabû.

Di daxuyanîya Dije Terora Kurdistanê de hatibû gotin: “Em spasîya hemû wan alîyan dikin ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkarî dan Herêma Kurdistanê, lê belê ev yek te li xwe nagire, çimku hertim helwestên te yên li bermaber Kurd û Kurdistanê, ji helwesta terorîstên DAIŞê kêmtir nebûye.”

Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah duh di gotarekê de êrîşî ser Herêma Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî kiribû û bi gotina wî qaşo di dema êrîşa DAIŞê de, Serok Barzanî tirsîyaye, ji ber bi gotina wî metirsîya DAIŞê li ber derwazeyên Hewlêrê bûye.

Hesen Nesrullah herwiha di gotara xwe gotibû, Kurdistan deyndarê Qasim Sulêymanî ye, çimku hewlên wî metirsîyên li ser xelkê Herêma Kurdistanê dûr xistin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin